Huseyîn Îdîg ê ku 26 salan di zindanên dewleta Tirk de girtî mabû li Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da. Îdîg, piştî ku 26 salan girtî ma, dema li Girtîgeha Amedê Tîpa D girtîbû, di sala 2018’an de ji ber nexweşiyên wî cezayê dabûnê paşve xistin û berdan.  

MED TUHAD-FED’ê li ser hesabê xwe yê Twitterê agahî da ku girtiyê nexweş ê giran Huseyîn Îdîg li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye. 

Malbatê û rêveberê komeleya girtiyan piştî ku cenaze ji morga nexweşxaneyê ya Misirca Sêrtê wergirtin, pêr li gundê Siertan ê bi ser navçeya Misirca Sêrtê veşartin. MED TUHAD-FED’ê bi bîr xist ku bi sedan girtiyên nexweş ên li ber mirinê hene û nayên berdan û xwest girtiyên nexweş hemû bêne berdan.

MA/SÊRT