Hunermendê çalak û jîr; Refîq Tofîq

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Kanûn 2023 - 00:09

Di ser koça dawî ya hunermend û kesayetê navdar ê Kurd Refîq Çalak re 50 sal bihurîn. Refîq Çalak yek ji hunermendên mezin ên Kurd e ku bi du stranên xwe cihê xwe li nav dilê Kurdan de çêkiriye û heta niha jî yek ji berhemên herî bêhempa yên strana Kurdî tê dîtin.

Refîq Tofîq Mehmûd Resul di sala 1923’an de li taxa Pîrmensûr ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayîk bûye. Ji ber jêhatîbûn û jîrbûna xwe nasnavê Çalak lê tê kirin.

Di temenê 10 salî cara yekem diçe ser dikê û gava xwe ya yekem di warê şanoyê de davêje. Refîq Tofîq di dibistanên Silêmaniyê, Sersing û Koyê de xwendiye û di sala 1941’an de Dibistana Mamostayan ya Gund qedandiye û erkê mamostatiyê wergirtiye.

Refîq Tofîq di temenê xwe yê 19 salî de li gel Remzî Qezaz, Helbestvan Goran û hinek hevalên xwe yên din diçe Filistînê û di radiyoya Yafa di beşa Kurdî de 3 salan kar dike. Di navbera salên 1950-1955’an de di radiyoya Bexda de kar dike.

Di sala 1947’an de piştî ruxîna Komara Mihabadê û darvekirina 4 efserên Komarê, di mersîma xak spartinê de gotarek xweş pêşkêş dike û piştre ji ber vê gotara xwe ji mamostatiyê tê dûrxistin. Di sala 1957’an de Komeleya Hunerên Ciwan a Kurdî di damezrîne.

Refîq Tofîq Mehmûd bi nasnav Refîq Çalak di 30’ê Mijdara sala 1973’an de li parêzgeha Bexdayê di encama nexweşiyekê de koça dawî kir. Li ser wesiyeta wî cenazeyê wî anîn Silêmaniyê û li Girê Seywan spartin axê.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.