- Hunermenda Ingilîz Lubaina Himid a li Tanzanyayê di serdema Siltaniya Zanzîbarê de 1954´an ji dayik bûye.
Hunermenda Ingilîz Lubaina Himid a li Tanzanyayê di serdema Siltaniya Zanzîbarê de 1954´an ji dayik bûye, bi vê berhema xwe, xelata Turner a sala 2017´an bi dest xistibû. Ji ber ku ew hîna 4 mehî, bavê wê miribû, tevî dayika xwe diçe Ingilîstanê û li wir li Koleja Huner a Wimbledonê û Koleja Meliktiyê ya Huner li Londonê dixwîne.
Ji ber ku bavreşik e û bi xwe li Tanzanyayê hatiye dinê, hunerê wê miamele bi Efrîqiyan û bi mirovên reş re dikin. Rexneya li berhem û hunerên wê jî bi pirranî li gorî vê hestiyariya wê ne: Cilûbergên ji sedsala 17´an, cêrçêker, nêçîrvan, baxçevan, muzîkjen; li pişta wan navê wan ên Efrîkî hene, lê belê yên ku xwediyên wan ên Ewrûpî li ser wan ferz kirine jî hene. LONDON