- Hunerê vîtray yek ji hunerê herî kevnar yê xweşik e. Lê ev hunerê xweşik roj bi roj tê jibîrkirin û paşguhkirin. Betul Kubra Savcî piştî li zanîngehê perwerdeya hunerê vîtrayê girtiye, li Amedê atolyeyek vekiriye û hunerê vîtrayê vedijîne. Her wiha ew dibêje bi saya perwerdeyê ev kar nayê jibirkirin jî.
WELAT EKÎN/MA/AMED
Hunerê vîtrayê ku tê gotin xwe disipêre Serdema Kevnar, bi tunebûnê re rû bi rû ye. Hunerê vîtrayê ku bi parçeyên camên rengîn û bi zirîçê motîfên curbicur çêdike, di çaryeka ewil a 1400'î de li Fransayê derket holê. Ev hunerê ku li paceyên dêr, mizgeft, qesr û koşkan dihat çêkirin, hêdî hêdî li pace, derî, ode û dîwarên malan jî xwe da der.
Betul Kubra Savcî ku ji Beşa Wêneyê ya Fakulteya Hunerên Bedew ya Zanîngeha Trakyayê mezûn bûye, xebatên ku di 7 salan de li odeya mala xwe çêkirine, niha li atolyeyeke xwe ya li navçeya Sûr a Amedê didomîne. Betul behsa hunera vîtrayê û xebatên xwe kir. Betul Kubra Savcî ku li navçeya Sûrê atolyeya hunerê vîtrayê vekiriye, got: "Em bi perwerdehiyê dikarin vî hunerî bidomînin."
Camên xweser ji Stenbolê tîne
Betul hunerê vîtrayê li zanîngehê nas kiriye. Ew ji ber têkiliya vî hunerî bi rengan re heye jê hez kiriye. Betul wiha dipeyive: "Gava ez tiştekî piçûk çêdikim, carinan rojekê an jî du rojan didome. Lê ji ber ku abajûr sêber in, zêdetir wext digirin. Li gor berên amûrên ku çêdikim wext jî diguhere. Seba temamkirina abajûrekê hefte û nîveke divê. Camên me ji derveyî welêt tên. Ne camên rengîn, camên bi rengê xwe yê xweser tên. Ev cam tenê li Stenbolê tên firotin. Ez li gor kîjan camê tiştekî çêbikim, ez wan li gor koda wan dixwazim û tên vir. A rast ez çi çêbikim, ez pêşî pêşnûmaya wê amade dikim. Piştî pêşnûmayê karê birrînê dest pê dike. Piştî birrînê, em caman traş dikin. Paşê ez caman bi folyayê dipêçim û herî dawî jî wan lehîm dikim.”
Hunerê vîtrayê sebrê dixwaze
Betul dibêje, vîtray karekî welê ye ku divê mirov bi sebr û bêhnfireh be û wiha diaxive: "Ez bi tena serê xwe çêdikim. Divê ez bi sebr bim. Ji lew re ev kar sebrê dixwaze. Car heye camekê du sê caran dişikê. Lê gava ez bi sebr çêbikim, bi rastî jî tiştekî xweş dertê holê. Mirov dibêjin qey ev der market e. Lê ne tiştekî wiha ye. Huner tiştekî wiha ye xîtabî kê bike û li ber çavê kê xweş be, wan ber bi xwe ve dikişîne, lê mixabin zehmetiyên wê hene."
Betul îşaret bi vê yekê dike ku hunerê vîtrayê li ber mirinê ye û her wiha bal dikişîne ser malzemeyên wê ku pirranî ji derveyî welêt tên û li gor kura dowîzê fiyetê wan diguherin.
Bi perwerdehiyê huner namire
Betul dide zanîn ku di vî warî de dest bi perwerdehiyê jî kiriye û wiha qise dike: "Ez dixwazim vî hunerî li ber dilê mirovan xweş bikim. Bi rastî jî gava mirov bala xwe bidê, mirov hez jê dike. Em dikarin bi perwerdehiyê vê hunerê bidomînin. Rengvedana camê tiştekî muazam e. Mirov gava çav bi wê rengvedanê dikeve wekî ku sihêr lê çêbibe. Lewma her ku mirov dest didê wê enerjiyê werdigire. Ez yeqîn dikim ku ez ê vê hunerê bi pêş bixim."