Theresa Culletto ya ku bêhtir weke Vineyard Baker (Nanpêja Rezî) tê nasîn, nan dipêje, lê ew her nanê ku çêdike, xweşik dixemilîne. Her nanê wê weke tabloyekê ye. Ew eşkere îlhamê ji wênasazên efsane yên weke Van Gogh jî digire.
Wê ji bo ku vî hunerê xwe bide nasîn kitêbek jî nivîsandiye: Beautiful Bread, Creating Artisan Breads Together (Nanê bedew, bihevreçêkirina nanên hostekaran).
Hevîrê nanê wê yê "Focaccia" ye, yanî hevîrekî weke yê nanê tenûrê ye.
Theresa Culletto bi vê kitêbê hunerê xwe nîşan dide ka çawa ji nanên bi hevîrê “Focaccia” vediguherîne berhemên hunerî. Ew hîn dike çawa hevîrê genim ê bi kapik ê spî û ê reş tê bi kar anîn. Ew teknîkan hîn dike ka çawa ji bo çêkirina tabloya li ser nanî, şîrînahî, heşînayî, mîwe, sebze, bizir, giyayên hişkkirî û tiştên din tên bikaranîn.
Ji bo kesên hîna nû dest bi nanpêjiyê dikin, destpêkek heye ku behsa tiştên lazim hemûyan dike. Axir, gelo tama van nanên weke tabloyan xweştir e yan na em nizanin.
NAVENDA NÛÇEYAN