Hunerê li ser pelên weşiyayî

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Hezîran 2022 - 22:06

  • Hunermendê Japonî Lito li ser pelên weşiyayî yên daran çîrokên piçûk disêwirîne.

Hunermendê Japonî Lito li ser pelên weşiyayî yên daran çîrokên piçûk disêwirîne. Ji bo wî tenê pelên weşiyayî bes in û ew dikare tenê bi van pelan hunerê xwe nîşanî xelkê bide. Piştî ku ew li ser van pelan fîgûran çêdike pelên xwe bi tiliyên xwe digire û dide ber ronahiya rojê. Bi vî awayî tiştên ku li ser pelên daran çê kirine, xweşiktir tên xuyanê. Her wiha dema roj li ser pelên wî dixe mirov baştir ji hev derdixe bê ka wî çi xêz kiriye li ser van pelan. 

Heta jê tê, ew rahên daran weke zemîn ji bo van karên xwe yên piçûk diyar dike û li ser vî zemînî çîroka dixwaze bibêje, disêwirîne.

Dema mirov li karên wî dinihêre mirov matmayî dimîne, ewqasî hûrgiliyên piçûk li ser pelekî çawa dikare çêke. Lewma, Lito dema bi van karên xwe yên piçûk re mijûl e, pirr baldar e û heta jê tê pelên xwe edim nake.  

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.