Hunerê tekstîlê ji mêj ve heye. Lê ew bi her awayî xwe nû dike û bi şêwazên cuda tê îcrakirin. Hunermenda Portugalî ya bi navê Vanessa Barragao nimûneyên xweşik ên hunerê tekstîlê çêdike. Berhemên wê xweşikiya xwezayê nîşan didin. Wê teknîkên elyaf yên curbicur ev berhem çêkirine. Kompozisyon, reng û ahenga berhemên wê pirr li hev in û weke parçeyekî xwezaya rastîn bin tên xuyanê.

Vanessa Barragao bi 6 asîstanan re dixebite û projeyên xwe yên tekstîlê bi vî awayî dibe serî. Ji bo berhemekê temam bikin ew tevî asîstanên xwe mehekê dixebitin, hin caran zêdetir jî didome temamkirina berhemeke tekstîlê.  Dema mirov berê xwe dide berhemên wê yên xweşik mirov baştir tê derdixe bê çima ewqas wext lazim e ji bo berhemekê. Ji lewma ew bi gelek hûrgiliyên hunerê elyafê dadikeve û motîfên ku bikartîne jî pirr resen in. Vanessa Barragao ji xwezaya derûdora mala xwe, ji peravên behre û her wiha zeviyên nêzî mala xwe îlhamê digire û ev berhemên xweşik disêwirîne. Ew van berhemên xwe ji dêvla ku di çarçoveyan de bi cih bike, serbest berdide û heya jê heye ji formatên heyî yên hunerê elyaf û tekstîlê dûr disekine.

NAVENDA NÛÇEYAN