- Şêwekariya Mary Sibandeyê hem rengandin û hem jî peykertraşiya wê gava formên insên bi kar tîne vê yêkê ji bo lêkolîenekê dike.
Bila desthilata xemrî, bi rê ve bibe, bibe hikûmet. Ev ne daxwazeke hema welê ye, ev projeyeke berfireh a hunermenda ji Efrîkaya Başûr Mary Sibande ye. Mary sala 1982’yan hatiye dinê li bajarê Barberton ê Efrîkaya Başûr. Wê li Zanîngeha Johannesburgê beşa Hunerên Bedew xwendiye. Ji hunermendên Bîenale ya Venedîkê ya 45’an e. Di hunerê xwe de ew bala xwe herî zêde dide peykertiraşiyê, lê ew şêwekariya xêzkirinê, wênegirtinê û dîzaynê jî dike. Mirov gava berê xwe dide nexasim jî înstalasyonên wê mirov zûzûka serwext dibe ku Mary Sibande van navgîn û teknîkan bi kar tîne ji bo ku li aliyekî formê insanî teswîr bike. Li aliyê din jî bi wan lê dikole ka avahiya nasnameyê di peywenda Efrîkaya Başûr a piştî serdema kolonyal de çawa çêbûye. Helbet mirov tecrûbeya wê ya serdema rejîma nijadperest a Apartheidê jî di hunerê wê de dibîne. Gava mirov berê xwe dide berhemên wê mirov her wiha rexneyekê dibîne: îfadekirina jinê nexasim jî jina reşik bi stereotîpan.
Em li berhemên wê yên bi navê “Bila desthilata xemrî, bi rê ve bibe” binihêrin, em ê hem jiyana wê hem hewldanên wê yên hunerî çêtir nas bikin. Jinên reşik ên ku eşkere weke wan jinên xizmetkar ên dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an diyar in, ne belesebeb di berhemên wê de cihê xwe digirin. Dayika wê xizmetkareke nav malê bû. Ji ber wê jî wê di zarokatiya xwe de bavê xwe nas nekiriye, lewma bavê wê jî di artêşa Efrîkaya Başûr de esker bû. Axir ev xizmetkarên jin ên reşik ên di berhemên wê de mirov dikare weke rêzgirtineke ji xizmetkarên nav malan re bibîne.
Huner weke lêkolîna avabûna nasnameyê
Şêwekariya Mary Sibandeyê hem rengandin û hem jî peykertraşiya wê gava formên insên bi kar tîne vê yêkê ji bo lêkolîenekê dike: Lêkolîna avabûna nasnameyê li Efrîkaya Başûr a piştî serdema kolonyal, di heman demê de rexneyekê dike li îfadekirina bi stereotîpan a jinan, nexasim jî jinên reşik. Ew di Bîennaleya Venedîkê ya 45’an de sala 2011’an nûnera Efrîkaya Başûr bû. Berhema wê “Long Live the Dead Queen (Bijî melîkeya mirî)” li seranserê bajarê Johannesburgê sala 2010’an dikarîn bên dîtin.
Ew berhema wê ya bi navê The Purple Shall Govern (Bila desthilata xemrî, bi rê ve bibe) sala 2016’an li seranserê Efrîkaya Başûr geriya. Hin kes dibêjin Mary Sibande bi van berhemên xwe dixwaze di nava huner de ji bo wan kesên dengê wan nayê bihîstin, bibe dengek, yan jî dengê wan li wan vegerîne. Heta hinekan jî ji bo hunerê wê got, hunerê wê li ber wê hisa jina Efrîkî ya bêhêzkirî, bêhêzhiştî radibe. Di heman demê de mirov bi peykertiraşiya wê dibîne ku ew nav di xwe dide li dijî wan îdealên xweşikiyê yên rojavayî.
Qumaş û reng bi mane û tesîr in
Dîzaynkeriya wê xwe di înstalasyonên wê de nexasim li ser peykeran eşkere dide nîşan. Ew kirasên jinan ên serdema Vîktorya. Lê ew vê dîzaynkeriya xwe civakî û siyasî bêalî nake. Carol Brown li ser dîzaynkeriya wê dibêje: “Qumaşên ji bo çêkirina unîformayên ji bo xizmetkarên nava malê di cih de mirov wan nas dike weke dîmenekî ji mekanên navmalê li Efrîkaya Başûr. Gava ku ew vê tetbîqî kirasên Vîktoriyan [terzê serdema melîkeya Ingilîstanê Victoria] dike, ew hewl dide iroveyekê bike li ser dîroka xizmetkariyê û mêhtingeriyê de. Lewma di warê têkiliyên navmalê de ew elaqedarî roja me ya îro ye jî.”
Yanî qumaş û rengên Mary Sibande ji bo dizaynên xwe dineqîne xwedî mane û tesîrên cihê ne.
Di peykertiraşiya wê de fîgureke wê ya sereke heye: Sophie. Hê ji pêşangeha wê ya bi navê “Bijî melîkeya mirî” maye. Sophie li ber wê bi xwe hatiye çêkirin û bi salan re weke wê jî diguhere. Peykerên wê enerjiya xwe digire ji dîroka dirêj a xizmetkarên jin ên nav malê di serdema Apartheid û piştî Apartheidê de. Yanî ew bi fîgura Sophie hewl dide rexneyê li dîroka dirêj a zilmê bigire, nexasim jî zilma li jinên reşik.
Nûnera Efrîkaya Başûr
Berhemên wê li seranserê Efrikayê û dinyayê di pêşangehên solo û yên komî de hatine nîşan dan. Wê sala 2017’an Xelata Hunerê Efrîkî ya Smithsonian National Museum wergirt. Beriya wê jî wê sala 2014’an de wê xelata rûmetê ya mezûnên Johannesburgê wergirt. Ew di Bîennaleya Venedîk ê ya 45’an de nûnera Efrîkaya Başûr bû.
Sala 2018-19’an Mary Sibande li Zanîngeha Barnardê profesora Virginia C. Gildersleeve bû.