Hunermenda elyaf Alison Altafi hunera xwe û berhemên xwe yên hunerî wiha pênase dike; “Ji bo mirovên bi efsûn hunera bi efsûn.” Ew elfyafên tevlîhev bi şêwazên cuda dineqşîne li ser dinyayên gilover. Hin ji van xebatên wê parçeyekî dinyaya xwezayî ne, hin ji wan razeber û hin ji wan jî fantastîk in.
Alison Altafi di 20 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye û cara pêşî xalîçeyên rengîn çêkir. Lê bi wextê re wê van dinyayên gilover kifşk kir û dibêje; “neqşên li ser van dinyayên gilover weke medîtasyonê ne.” Altafi karên xwe bi ta dibe serî û gava li ser van berheman hûr dibe hûrgiliyên xweşik ava dike.
Altafi dide zanîn ku ew bi van karan hinek jî li ruhê xwe û li dinyaya xwe ya hundirîn vedigere û xwe bi vî awayî baştir hîs dike. Ji ber ew bi saya van xebatên xwe li dinyayeke fantastîk jî xeyal dike û ev hîseke ecêb pê re çêdike.
NAVENDA NÛÇEYAN