- Piştî hewldanên dewleta Tirk û nijadperestên Tirk, Gelawêj dibêje, meqamên Norwêcî hem di asta neteweyî de û hem jî di asta şaredariyê de xwedî lê derketine.
ERKAN GÜLBAHÇE
Berhema hunermend Gelawêj Welidxanî (Gelawesh Waledkhani) a bi navê ‘Rojava: Şoreşa Jinê’ tevî zextên dewleta Tirk ji 7´ê Mijdara par ve li Osloyê tê nîşandan. Di wêne de şervanên jin ên Kurd hene û li ser wan jî gotinên Ocalan “Heta jin azad nebe, civaka azad nabe” hene. Wezareta Karê Derve ya Tirk jî ji şaredariya Osloyê xwest berhemê rake, lê şaredariyê xwe li ber hewldanên sansurê girt û berhem daliqandî ma. Berhema ku 6 metroyan fireh û 2 metro û nîvan bilind e, wê heta Hezîranê li ser dîwarê beramberê parlamena Norwêcê bê nîşandan.
Welidxanî weke sedema mijara berhemê dibêje, “Gava Tebaxa 2014´an DAIŞ´ê ferman li Şengalê rakir, 5 hezar jinên Êzîdî revandin, ev jin weke kole li Sûrî û Iraqê hatin firotin. Payîza heman salê li Kobanê jinan li bereya pêş bersiv da DAIŞ´ê. Min jî ev jin weke sembola şoreşa li Rojhilata Navîn xêz kirin.”
Ocalan îlham dayê
Gelawêj Welidxanî ji bo naveroka berhema xwe dibêje “Proje Tevgera Kurd ronî dike, ya ku jinê weke welatiya çalak û beşdar, û di heman demê de li bereyê şer weke şervan terîf dike. Proje îlhama xwe ji Abdullah Ocalan digire, ew çavkaniya berhemê ye. Berhem îşaret bi peyveke wî ya gerdûnî dike: Heta jin azad nebe, civak azad nabe.”
Li gorî wê divê Ocalan ne di zindanê de be û ev xebata wê jî “Qêrînek e ji bo azadiya Ocalan.” Bi ya wê bêyî Ocalan mirov nikare behsa Şoreşa Rojava bike: “Weke mirov behsa tekoşîna li dijî rejîma Apartheid a Efrîkaya Başûr bike û behsa Nelson Mandela neke.”
Li min xwedî derketin
Piştî hewldanên dewleta Tirk û nijadperestên Tirk, Gelawêj dibêje, meqamên Norwêcî hem di asta neteweyî de û hem jî di asta şaredariyê de xwedî lê derketine: “Şaredariya Osloyê pêşniyaza rêxistina Tirkan û sefareta Tirk a Norwêcê ya ji bo rakirina berhemê, bi yek dengî red kir. Tevahiya siyasetvanan destekê didin azadiya huner û xweîfadekirinê. Li ser berehemê xwe bi xwe jî li min vegeriyan û ev veger têra xwe erênî bû.”
Dostên me gelek in
Namzeta parlamenteriyê ya ji Partiya Sor Seher Aydar jî ji me re peyivî. Wê got, “Rayedarên hikûmeta Norwêcê tenê carinan behsa binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê dikin, wekî din weke lazim e nerazîbûna xwe nîşanî dewleta Tirk nadin. Divê em bi xurtkirina piştgiriya di navbera miletan de bersivê bidin têkiliyên di navbera dewletan de. Siyasetvanên cihê, saziyên hunerî, sendîkayên hunermendan û hunermendan bi xwe nerazîbûneke cidî [li dijî hewldanên sansurê yên dewleta Tirk] nîşan da. Piştî ku rayedarên Tirk li Osloyê êrişî pêşangeha hevala me Gelawêj kir, me dît ku li Osloyê gelek dostên me hene.”