‘Huner dil û wijdanê civakê ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Îlon 2022 - 22:06

  • “Hunerê şoreşgerî nasnameya civaka azad e”

Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Hunerê şoreşgerî nasnameya civaka azad e” konferansa xwe ya duyem li dar xist û di dawiya konferansê de hevserokatiya yekîtiyê û 3 cîgir hatin hilbijartin.

Hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), endamên Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê tev li konferansê bûn ku li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo li dar ketiye.

Di konferansê de, hevserokê yekîtiyê Elî Ebdullah axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Elî Ebdullah got, “Em hêvî dikin ku bi hev re nîşaneyên jiyaneke nû ya hunerî û afirîner xêz bikin, da ku civaka xwe ava bikin û kultura xwe dewlemend bikin û biparêzin. Çanda me gelekî dewlemend e. Divê em hewl bidin çanda xwe vejînin bi rêya parastina wê, afirandina civakeke rewşenbîr û zana ku qîmeta vê çandê û giringiya huner û rola wê di avakirina şaristaniya mirovî û civakî de fêm dike. Divê her kes tev li xebatên avakirinê bibe û wê bi pêş bixe.”

Cîgirê Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê Mariya Aho jî got, “Huner dil û wijdanê civakê ye. Kesek nikare rola afirîner û pêşeng a nûnerên wê înkar bike. Ji ber fikrên wan ên ronakbîr, ew nûnerên huner, hezkirin û aştiyê ne li cîhanê.”

Ji ber wê Mariya Aho bang kir da ku derfet bên peydakirin ji bo berhemeke afrîner û hunerekî taybet were avakirin li gorî pêwîstiyên pêvajoya dîrokî ya heyî.

Di dawiya konferansê de, Mistefa Omer û Evîn Elî ji bo hevserokatiya Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Çîmen Osman, Îmad Xelef û Ebdulqadir Sûsik wek cihgirên wan hatin hilbijartin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.