• Ji bo Leyla Şawa ya Filistînî nakokî, îfadekirina ravekirinên dijber ji bo heman meseleyê perspektîfekê ji hunermend re peyda dike ji bo jiheqderketina meseleyên civakî, siyasî. Hunerê wê yê pop hem siyasî ye û hem jî ne seresere ye. 

Gava em berê xwe didin berhemekî hunerî yê ku li ser 10 jinên nîqab li wan xuya ne, gelo bala me diçe ser çi? Her nîqab jî bi rengekî cihê ye. Jinên ku nîqab lixwekirî, çavên xwe miç kirine. Em çavên wan jî nabînin, lê weke ku bi tama tiştekî mest bibin disekin, yan jî çavên wan welê miç in. Ji bo em zêde mitaleyan nekin, hunermendê, berfeşîrên ku ji rengê cihê diyar e bi tamên cihê ne, daye dest jinan. 

Ev hunermend Leyla Şawa (Laila Shawa) ya Filistînî ye. Gelo wê karî we jî bixapîne? We dît ne wisa! Jin wê nikaribin berfeşîrê bi nîqaba devê wan jî dinixumîne tam bikin. Em li wêneyekî dinihêrin ku gelek nakokiyên li Rojhilata Navîn bi awayekî besît îfade dike: Xewnên ne mumkin. Leyla Şawa ev nav li berhemê xwe kiriye. Guherîn nebe, xewn wê pêk neyên. Ev daxuyaniya hunerî wê ji bo jinan kiriye, lê em dizanin mirov dikare ji bo tevahiya civaka Rojhilata Navîn jî heman tesbîtê bike. 

Ji bo huner bike dengê jinên Filistînî

Leyla Şawa li Xezayê ji dayik bûye. Wê xwe ji nedaye alî ku huner û jiyana xwe bi berhemên xwe yên hunerî bigihîne hev. Wê tevahiya hunermendiya xẉe terxan kir ji bo îfadekirina rastiyên tevlîhev û neyekreng ên civaka Filistînê. Lê herî zêde jî bi hunerê xwe ya ew dike hewldanek e. Hewldana ku hunerê xwe bike dengê jinên Filistînî.

Ne besît û seresere ye

Leyla Şawa gava wisa kir, wê hunerekî siyasî yê retorîka besît çênekir. Hunera wê erê pop bû û hîna wisa ye, lê ne seresere ye. Yanî tevî hunerê xwe wê xwe hem berda nav gotara huner de û hem jî nav çalakgeriya civakî. Ji bo hunermendên jin ên ciwan ên Filistînî ew bû jineke welê ku çavên wan her lê be, ji gelekan re jî bû îlham.  

Gava dewleta Îsraîlê hat damezrandin, yanî gelek Filistînî ji warê xwe hatin kirin, Leyla Şawa hîna 8 salî bû. Ew ji malbateke xwedî erd a Filistînî bû. Bavê wê ji rewşenbîrên Filistînî bû û tesîra herî mezin a li ser Leyla Şawa jî ji bavê wê Reşad El-Şawa ye. Reşad El-Şawa ji 1971´ê heta 1982´yan şaredarê Xezeyê bû. Helwêsteke şoreşgerî ya bi Leyla Şawa re hîna bi ciwanî peyda bû heta îro jî pê re maye ku di hunerê wê de xwe dide der. 

Postmodernîzmeke cihê

Wê zanîngeh li Qahîrê xwend û paşê li paytexta Îtalyayê Romayê li Akademiya Huner xwend. Di salên 60´î yên Romayê de ew di nava biriqîna dinya hunerê Ewrûpî de bû û di dawiyê de rexnegirên hunerî, hunerê wê weke “Îslamo-Pop” bi nav kir. Rêbaza wê dîsa jî post modern e. Lê belê berevajî gelek hunermendên postmodernîst, di hunerê wê de maneyeke xurt a armancê heye. Ew jî li Leyla Şawa hizirîna civakî-çandî tevî piçek îronî û mîzahê ye. Ew wêneyê min li jorê behsa wê kir, ya ku tê de ew jinên Misliman ên ku nîqab li wan û hewl didin berfeşîrê tam bikin jî mînakeke gelekî baş e ji bo vî aliyê hunerê Leyla Şawa. 

Bi hunerê xwe ew hewl dide bibêje, ji bo meseleyên tevlîhev gelek rêyên ravekirinê hene û gelek caran ev rê hev du li der dihêlin. Lê bi ya wê, divê hunermend hewl bide li hemû aliyên meseleyekê bihizire da ku awireke berfireh, perspektîfeke firehbûyî ji bo jiheqderketina meseleyên civakî-siyasî bi pêş bixe. Bi berhemên xwe ya ew dike ew e ku kesên wan dibînin teşwîq bike ku empatiyê bikin û xwe dûrî pêşhukman û stereotîpan bikin. 

Aliyê din ê beheştê

Kombînasyona stîla hunerê pop û naveroka gelekî siyasî berhemên wê cazib û şokker dike. Ew mankenên bê dest û mil, bê serî û çaq jî nimûneyên herî baş in ji bo vî aliyê hunerê wê. Ew navê “Aliyê din ê beheştê” li van mankenan dike ku ew her carê bi rengekî din, bi kevir û xişirine din, bi rengine din ê tarî û xurt dixemilîne û û cilûbergan li wan dike. Gava em ji nêz ve li van berheman dinihêrin, em fêm dikin ku “Aliyê din ê beheştê” dixwaze nîşan bide ka li Xezeyê aliyê din ê beheştê çi ye. 

Ev hewldana wê ya temamê emrê wê ya bi huner, çand û angajmana siyasî xwe dispêre hêviyeke wê yan jî baweriyeke wê: Baweriya bi hêz yan jî huner û çanda guherker. Di berhemên Leyla Şawayê hemûyan de em eşkere baweriya wê ya xurt dibînin, baweriya bi mirovahiyê, ku ew bi hizirîna li ser xwe bi xwe dikare rêka xwe rast bike. 

NAVENDA NÛÇEYAN