Hûn ji Kurdan çi dixwazin?

În 7 Hezîran 2024 - 00:13

Siyasetmedar Leyla Zana ku li gel Hevserokê DEM Pariyê Tuncer Bakirhan çûyî Colemergê, dijî sazkarkirina qeyûmgeriyê helwest nîşan da û got,’’Êdî nebêjin ‘Kurd çi dixwazin?’’, hûn ji Kurdan çi dixwazin?

Siyasetmedar Leyla Zana li Colemêrgê bang li gel kir û got: “Tiştên ku têne kirin tarîtiyê hem tîne pêş we hem jîne pêş me. Ev tarîtî ne nû ye sedsale didome. Ji niha û şûn de nebêjin ‘Kurd çi dixwazin?’"

Siyasetmedar Leyla Zana ku bi hevserokê giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan re hat Colemêrgê bang li gel kir.

Moralê xwe neşkînin 

Leylayê destnîşan kirdivê gel moralê xwe neşikîne û wiha agot: “Bila gel coş û kêfa xwe bi tiştên ku ev dikin neşikine. Hûn bi ser ketin. We şeref û hasiyeta xwe danî holê. We îradeya xwe di sindoqan de nîşan da. Şaredarî mala her kesî ye. We şaredariya xwe hilbijart. Yên ku li dijî îradeya we rêzdarî nîşan nedane bila şerm bikin. Ez bang li dewletê dikim: Hûn bixwazin bi Kurdan re bijîn riya we vekiriye. Ev ronahî li pêş we hemûyane. Lê hûn Kurdan kêm bibînin hûn nikarin vê bikin. Îradeya Kurdan li  bilindcihan e. Ev şerm ya we ye. Tiştên tên kirin tarîtiyê hem tîne pêş we hem jîne pêş me. Ev tarîtî ne nû ye, sedsal in didome. Ji niha û şûn de nebêjin ‘Kurd çi dixwazin?’. Em dibêjin ku ev deshtilatdarî ji Kurdan çi dixwaze? Kurdan îradeya xwe di sindoqan de nîşan da. Hûn çima vê îradeyê tune dihesibînin.”

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.