Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr got, divê serokwezîrê Iraqê tevlî civîna parlamentoyê bibe û derbarê hatina dewleta Tirk a nav xaka Iraqê de, agahiyên zelal bide. Rêzan Şêx Dilêr îşaret bi bêdengiya hemberî dagirkeriya Tirk jî kir û pirsî: ‘Hûn ji bo bêdeng in?’
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Bêdengiya Hikumeta Iraq û Herêmê ya li hemberî dagirkeriya Tirk jî didome.
Heya niha bersiv nedaye
Di 29’ê Hezîrana 2021’an ji bo ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li parlamentoya Iraqê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de, bersiva pirsên parlamenteran bide, parlamenterên Iraqê ketibûn nava liv û tevgerê. Daxwaznameya ku radestî Kazimî hatî kirin ji aliyê 43 parlamenterên Iraqê ve hatibû îmzekirin. Lê heya niha jî Kazimî bersiva parlamenteran nedaye.
‘Agahiyên zelal bidin’
Derbarê mijarê de parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr ji Rojnews re axivî. Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku îmzeyên ku wana di nava parlamenteran de kom kirin, radestî parlamentoyê kirine. Rêzan got; “Me fermî bang li Kazimî kiriye bê nav parlamentoyê û derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de bersiva pirsên parlamenteran bide. Em li hemberî binpêkirina dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê bêdeng namînin, bêdengî tê wateya pejirandinê. Emê di civîna bê de carek din vê bangê li serokwezîr Kazimî bikin. Divê Kazimî were parlamentoyê û derbarê hatina dewleta Tirk ya di nava Iraqê de, agahiyên zelal bide. Gelo Tirkiye bi îradeya xwe hatiye, yan jî bi îradeya dewleta Iraqê? Yan jî ji me re bêje, ji bo çi Iraq vê destwerdana dewletên cîran qebûl dike, xala lewaz ya Iraqê çi ye?
Divê cîgirê dûyem yê serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad, bi taybet derbarê şewitandina xweza û darên herêmê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, agahî bide. Ji bo çi hûn li ser destdirêjiya dewleta Tirk ya li herêmê bêdeng in.”
ROJNEWS/BEXDA