Hukumeta Şamê pirrengiyê nabîne

Duşem 7 Nîsan 2025 - 03:00

Jinên ji kantona Tebqayê nerazîbûn nîşanî hikumeta ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin dan û gotin:"Hikumeta ku pirrengiya li Sûriyeyê nebîne, wê nikaribe welat ji aloziyê derbixe."

Desthilata Şamê di 3’yê Adarê de avakirina hikumetê ragihand. Di hikumetê de îradeya gel û jinan û nûnertiya rasteqîn a pirrengiya çandî ya li welatê di ber çavan nehatiye girtin, lewre di serî de jinan û pêkhateyên gelê Sûriyeyê bertek nîşanî vê yekê dan. 

Jinên ji kantona Tebqayê der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.

Ranya Bîtar anî ziman ku desthilata Şamê siyaseta dûrxistina jinan didomîne û bi bîr xist ku jinan li hemberî rêveberiya despotîk a Baas’ê ya ku zêdetirî 50 salî welat bi rêve bir têkoşîneke mezin nîşan da.

Fexriya Şêxo jî destnîşan kir ku kongreya diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatibû lidarxistin, dîsa danezana destûrî û hikumeta hatiye avakirin pirrengiya etnîk, olî û çandî ya li Sûriyeyê li ber çavan nagire û got: "Ev hemû rola jinan û pêkhateyên din bi awayekî mezin dûr xistine. Her wiha welat vedigerîne desthilata berê ya yek alî, ya dûrxistina rengên din ên Sûriyeyê ya ji proseya siyasî û rêvebirina welat."

Şehed El Elî jî îşaret bi vê yekê kir ku hikumeta ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin, pirrengiya li welat îfade nake û wiha domand "Hikumeta ku pirrengiya li Sûriyeyê nebîne, wê nikaribe welat ji aloziyê derbixe û dê nikaribe sedemên aloziyan jî çareser bikin. Divê dawî li siyasetên paşguhkirinê bê anîn."

ANHA/TEBQA/RÎNAD EL ELÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.