HSK pira herî insanî ye

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 16 Adar 2023 - 02:41

  • Heyva Sor a Kurdistanê 2 milyon û 240 hezar euro alîkarî gihand mexdûrên erdheja 6´ê Sibatê. Di nava 30 salan de HSK´ê piştgiriya Kurdistanê bi rêxistin kir.

ERKAN GULBAHÇE

 

 

Heyva Sor a Heyva Sor a Kurdistanê ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re bû yek ji wan dezgehên alîkariyê yên herî bi kêr hatî. Wê hê serê pêşî beriya kampanyayê 250 hezar euro şandin da ku pêdiviyên sereke yên xelkê bên dabînkirin. Yanî gava ku erdhejên 6´ê Sibatê yên navenda wan Bazarcixa Mereşê, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê xist, Heyva Sor a Kurdistanê di cih de bi hewarê ve çû. Wê paşê kampanyaya xwe dest pê kir û pê re pê re heta niha 2 milyon û 240 hezar euro alîkariya madî gihand mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Ji van milyonek û 940 hezar euro gihiştin Bakurê Kurdistanê û yên mayî jî gihiştin Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî. Wê ne tenê ji Kurdan lê ji gelek derdorên din jî alîkarî berhev kir û gihand Kurdistanê. Ew kampanyaya xwe hîna jî dewam dike. 

Heyva Sor a Kurdistanê ev 30 sal in ji bo hewar û alîkariyê her li cem miletê Kurd bû û hewl da birînên wî bikewîne. Ew 4´ê Adara 1993´yan li bajarê Elmanyayê Bochumê hat damezrandin.  Ji hingê ve jî ew hewl dide nexasim jî destekê bide mexdûrên şerê qirkeriyê yê dewleta Tirk li dijî Kurdistanê. Di damezrandina wê de welatparêzên weke Herbijî (Celal Ozkan), Ahmet Aktaş, Egîd (Cengiz Toy), Heyder Zelal, Mesûd Şirnexî, Mûsa Efrînî bi rola pêşeng rabûbûn. 

 

30 salên xwe temam kirin

Heyva Sor a Kurdistanê li derveyî Elmanyayê, piştî 30 salan îro li Fransa (bi navê Roja Sor), Swîsre, Îtalya, Awusturya, Belçîka, Danîmarka, Ingilîstan, Norwêc, Swêd, Japonyayê xebatên xwe dimeşîne. Ew bi van herdu navan li Rojavayê Kurdistanê jî xizmetê dike û bi Heyva Sor a Kurd re kar dike. Nûneriyeke wê jî li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê heye. Ji ber ku li Tirkiye û Îranê, fermî nikare kar bike, ew hevkariyê bi saziyên hewar û alîkariya insanî yên li van welatan re dike. 

 

Hem bi lez e û hem bawerî pê tê

Ji bilî mexdûrên şer, di felaketên weke lehî, erdhej û yên din de jî, Heyva Sor a Kurdistanê bi hewara xelkê Kurdistanê ve diçe. Û ew saziya herî mezin a Kurdistanê ya hewarê ye. Ew di navbera “mexdûr û hewcedaran” û “dilxwazên alîkar” de bû pireke ewle û bi lez. Bawerî bi alîkariya wê hat û îro jî tê.  

Em li ser xebatên wê yên sîh salan û li ser alîkariya bi mexdûrên erdhejê re bi serokê Heyva Sor a Kurdistanê, Dr. Rojvan Bilgin re peyivîn. 

Bilgin dibêje, prensîpa wan a sereke ew e ku bi hestiyariya insanî û dilxwaziyê, bi awayekî şefaf kar bikin. Li ser vê prensîpê ew dibêje, “Ev vîzyona me dike ku em ji bo halkirina meseleyên hewcedaran bi her aliyî re hevkariyê bikin û em bi qedrê her alîkariyê jî zanibin.” Dr. Rojvan Bilgin got, ew serê pêşî li Kurdistanê alîkariyê dikin û mexdûr û hewcedaran cuda nakin, alîkariya her kesî dikin, û li derveyî Kurdistanê jî nexasim li welatên şer li wan heyî ew alîkariya hewcedaran dikin. Di dewamê de wî got, “Prensîpa me ya sereke ew e ku em di navbera hewcedarên alîkariyê û dilxwazên dixwazin alîkar de bibin pirek, bêyî ku cudakeriyê bikin alîkariya her kesî bikin.”

 

Baweriyê bi HSK´ê tînin

Dr. Rojvan Bilgin da zanîn ku ji sedî 70´yî kesên alîkariyê didin wan, biyanî ne, ji sedî 30 Kurd in û ji welat û parzemînên Efrîka, Emerîka, Awustralya, Emerîka Latîn, Asya û Ewrûpayê, ji seranserê dinayayê xelk alîkariya xwe bi rêya HSK´ê digihînin mexdûr û hewcedaran. 

Dr. Rojvan Bilgin got, piştî erdheja 6´ê Sibatê, ji seranserê dinyayê xelkê alîkariya xwe gihandiye Heyva Sor a Kurdistanê û wiha peyivî: “Ji gelek welatan mirovan, şirketan, saziyan, şaredariyan, hunermendan û gelekên din tercîh kir ku alîkariyên xwe bi rêya HSK´ê bigihînin mexdûran. Saziyên biyanî, ji ber ku dibînin, alîkariyên bi rêya me dikin, timî digihîjin cihê xwe, êdî timî bi me re peywendiyê qut nakin. Pesnê wê yekê didin ku em bi lez alîkariyan digihînin û didin zanîn ku ji niha û pê ve jî dibêjin, ew dixwazin bi me re kar bikin.”

 

Civakeke dilxwazan

Heyva Sor a Kurdistanê û Roja Sor a Kurdistanê li Ewrûpayê bi 400 dilxwazan, li Bakur û Rojhilatê Sûrî, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bi qederê 2 hezar dilxwazan kar dike. Yanî qederê 2 hezar û 400 kes civakeke mezin a dilxwazan pêk tînin. Dr. Rojvan Bilgin dide zanîn ku, “Di nava wan de hevalên me yên profesyonel kar dikin jî hene, yên weke bijîşkên nexweşxaneyan, hemşîre, şoforên ambulansan û yên din. Di dema kampanyayan de û di rewşên awarte de hejmara dilxwazan zêde dibe.” 

 

Ya pêşî ji bo Mexmûrê ya mezin ji bo Kobanê

Di nava 30 salan de HSK´ê gelek kampanya bi rê ve birin. Dr. Rojvan Bilgin da zanîn ku ya destpêkê wan ji bo wargeha Mexmûrê meşandiye. Helbet ev penaberên ji Bakur beriya li Mexmûrê bi cih bibin, gelek caran cihên weke Ertûş û Nehdarê guherandibûn.

Li seranserê dinyayê desteka herî mezin jî kampanyaya HSK´ê ya di pêvajoya berxwedana Kobanê de wergirtiye.

HSK pirraniya alîkariyan ji ber ku serjimara wê jî ya herî zêde ye digihîne Bakurê Kurdistanê. 

Lê ev 12 sal in jî timî alîkariyan dişîne ji Rojavayê Kurdistanê re. 

Dr. Rojvan Bilgin da zanîn ku di erdheja Kirmanşanê de wê alîkarî gihandiye Rojhilat û Silêmaniyê û beriya erdheja Bazarcixê wê alîkarê ji mexdûrên erdheja Xoyê ya li Rojhilat re şandibûn. 

Lê mexdûrên zilma dewletên dagirker jî HSK ji bîr nake: “Ev 6 meh in bi slogana ‘Jin jiyan Azadî’ jinên Kurd li dijî rejîma Îranê li ber xwe didin. Bêhtirî 400 mirovan canê xwe ji dest da. Me alîkariya madî gihand malbatên van mirovan. Em wekî din bi awayekî bi rêk û pêk ji zarokên sêwî yên li Rojhilat re alîkariya madî dişînin.”

 

Kampanya malbata hevkar 

Serokê HSK´ê Dr. Rojvan Bilgin da zanîn ku ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê wan heta niha Milyonek 940 hezar euro şandiye ji Bakurê Kurdistanê re û 300 hezar euro jî gihandiye mexdûrên li Bakur û rojhilatê Sûrî re. Yanî bi giştî alîkariya 2 milyon û 240 hezar euroyî wan gihandiye mexdûran. 

Ji ber mezinahiya felaketê, Dr. Bilgin got, ewê ji bo xelkê alîkariyên dem dirêj bikin lewma vegera xelkê li rewşa asayî wê dewam bike. 

Wî bi bîr xist ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de wan kampanyaya malbata hevkar dabû destpêkirin û ew ji bo mexdûrên erdhejê jî di demeke nêzîk de kampanyayeke bi heman rengî bidin destpêkirin. 

Serokê HSK´ê Dr. rojvan Bilgin di dawiyê de got, bi alîkariyê û pervekirinê êş kêm dibe û ev bang kir: “Tolstoy dibêje, ‘tu biêşî, tu zindî yî. Tu bi êşa xelkê bihesî, tu mirov î.’ Em jî li bendê ne ku gelê me alîkariyên xwe dewam bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.