HRRK kongreya xwe li dar xist
Şemî 17 Kanûn 2022 - 04:45
Kongreya 8’an a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li navenda xwe ya li taxa Kornîş a Qamişloyê hate pêkanîn.
Kongre bi dirûşmeya ‘’Ta dilopa dawîn a ximavê. Ta dilopa dawîn a xwînê’’ bi beşdariya 80 delegeyên ji Hesekê, Dêrikê, Amûdê û Qamişloyê hate lidarxistin.
Di kongreyê de Serokê Yekîtiyê Welîd Bekir bixêrhatina hemû endaman kir û got; HRRK xwedî tekoşîna çanda Kurdî ya dirêj e û li kêleka şervanên xwe, bi pênûs û fikrên xwe şer dike. Tevî zehmetiyan jî, endamên yekîtiyê ji welatê xwe dernakevin û biryara tekoşînê bi fikir, pênûs û çanda xwe dane.
Em hêvî dikin,kongre bi serketî bidawî bibe da ku çand û wêjeya Kurdî dewlemend be, pêş bikeve û xizmeta gel bike.
Xebatên kongreyê li çapemeniyê girtî dewam kir. Kongre bi hilbijartina endamên desteya rêveber bidawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku HRRK di sala 2014’an de li Elmanya hate damezirandin û piştre vegeriya welat. Şaxên wê li Başûr, Bakurê Kurdistanê û Ewrûpayê hene. Şaxeke wê jî li Kobanê heye. Tê payîn ku di nava çend rojan de li Kobanê jî kongreyek were lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN