HRRK'ê xelat da Salih Heydo û Konê Reş

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:17

  • Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) xelata xwe ya afrîneriyê ya îsal da dîroknasê Kurd Salih Heydo û rewşenbîr û nivîskar Konê Reş.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) xelata xwe ya afrîneriyê ya îsal da dîroknasê Kurd Salih Heydo û rewşenbîr û nivîskar Konê Reş.

HRRK'ê li navenda xwe ya li Qamişloyê biryarqa xwe eşkere kir. Ev xelat ji sala 2016'an ve tê dayîn û Desteya Rêveber a HRKK’ê çavdêriya wê dike.

Endama HRRK'ê, Enahîta Şêxî diyar kir ku armanca vê xelatê rêzgirtina ji afirînerên Kurd re ye ji bo rola wan di guhertina çanda Kurdî de. Enahîta Şêxî got, "Xelata çaremîn a afrîneriyê bi heman rengî ji bo du afrîner in û ji bo ziman, mîrate, dîrok û çanda Kurdî kedeke mezin dane, hate dayîn. Konê Reş û Salih Heydo nirxên kurdayetiyê û mirovahiyê di wateya xwe ya berfireh de dihewînin û bi dehan pirtûkên lêkolînê çêkirine."

Salih Heydo di sala 1957’an de li gundê Hesî Oso yê bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Ji zarokatiya xwe ve bi çand, ax û hunerê kurdî ve girêdayî ye û 75 pirtûkên wî hene, 36 ji wan hatine çapkirin.

Konê Reş sala 1953'an li gundê Dûda yê di navbera Qamişlo û Amûdê de ji dayîk bûye, gelek lêkolînên wî hene û gelek jî weke pirtûk hatine çapkirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.