HRE’yê 6 dagirker kuştin
Sêşem 10 Gulan 2022 - 21:27
- Di rêzeçalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de li bajarên Bab û Marê û herêma Efrînê, 5 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyekî wan hatin kuştin û droneke artêşa Tirk hate xistin.
Di rêzeçalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de li bajarên Bab û Marê û herêma Efrînê, 5 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyekî wan hatin kuştin û droneke artêşa Tirk hate xistin.
HRE´yê daxuyaniyek da raya giştî, û encamên çalakiyên hêzên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarên Babê, Marê û herêma Efrînê, eşkere kirin.
HRE`yê got, “Di 6 û 7`ê Gulanê de, li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin.
Di 6`ê Gulanê de li herêma Babê li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker 2 çalakî hatin lidarxistin. Di wan her du çalakiyan de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Di 7`ê Gulanê de li herêma Babê baregeheke din hat hedefgirtin. Di wê çalakiyê de jî 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Heman rojê li xeta Marê çalakiyeke sekvaniyê hate kirin. Di wê çalakiyê de çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hat kuştin.
Dîsa roja 7`ê Gulanê li herêma Efrînê droneke artêşa Tirk hate xistin.
Di wan çalakiyan de bi giştî, 5 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin.”
NAVENDA NÛÇEYAN