HRE’yê 2 endamên MÎT’ê kuştin
Duşem 17 Gulan 2021 - 03:03
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên wan ên li navçeya Şêrawa ya Efrînê de wan 2 endamên MÎT’a dewleta Tirk, leşkerekî artêşa Tirk û çeteyekî wê kuştiye.
HRE´yê têkildarî 2 çalakiyên xwe yên 10’ê Gulanê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê daxuyaniyek da. HRE’yê di daxuyaniya xwe de got, “Li herêma Şêrawa li hember dagirkeran 2 çalakî hatin lidarxistin.
Çalakiya yekem li nêzî gundê Cilbirê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Çalakiya duyem, piştî nîvrojê saet di 16:00’an de li nêzî gundê Beradê hat lidarxistin. Dema leşker, çete û endamên MÎT’ê kom bûbûn, hêzên me li hember wan çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek û 2 endamên MÎTê hatin kuştin, 2 endamên MÎT’ê jî birîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN