HRE´yê 11 dagirkerên din kuştin

În 30 Îlon 2022 - 00:55

HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bejahiya Efrîna dagirkirî wan bersiv daye êrişên dagirkeran. Li gorî daxuyaniyê di encama bersivdayînê de herî kêm 3 leşkerên Tirk ên dagirker û 8 çeteyên dagirkeriya Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di navbera 22 û 27'ê Îlonê de bersiv da êrişên dagirkeran.

HRE´yê 22'ê Îlonê li gundê Enabkê ya navçeya Şera ya Efrînê, li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke taybet kiriye, lê encama vê bersivdayêna êrişan zelal nebûye.

HRE´yê 26'ê Îlonê li gundê Birc Heyder yê navçeya Şêrawa, li çeteyên dagirker xist: "Di derba despêkê de 3 çete hatin kuştin. Piştre dijmin du caran xwest kuştî û birîndarên xwe rake. Di van her du caran de jî hêzên me li komên çeteyên dagirker xist. Li vir jî 5 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn. Di encama vê çalakiyê de bi giştî 8 çeteyên dagirker hatin kuştin, herî kêm 6 çete jî birîndar bûn."

Li Gobelê derb li artêşa Tirk xistin

HRE´yê 27'ê Îlonê jî li gundê Gobelê yê navçeya Şêrawayê li leşkerên artêşa Tirk a dagirker xist. Li gorî daxuyaniyê di vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.