HRE’ê bersiv da dagirkeran

În 19 Tebax 2022 - 22:24

  • HRE´ê li ser çalakiyên hêzên xwe yên li Efrîna dagirkirî daxuyaniyek da.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeyên Şera û Mabata yên Efrîn, hêzên wan li dagirkeran xistine û di encamê de 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker kuştine. 

HRE´ê li ser çalakiyên hêzên xwe yên li Efrîna dagirkirî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, di 14 û 17'ê Tebaxê de di çarçoveya parastina rewa de çalakiyên bersivdanê hatine lidarxistin.

HRE´ê got, "14'ê Tebaxê li navçeya Mabatayê di encama çalakiyekê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin."

HRE´ê ragihand ku çalakiya duyemîn jî 17'ê Tebaxê li bejahiya navçeya Şerayê hatiye lidarxistin.

Di encama vê çalakiya li nêzî gundê Meyemînê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin, 2´yên din jî birîndar bûn.

HRE´ê got, "Em ti êrişa dagirkeran bêbersiv nahêlin û li dijî her êrîşa dagirkeriyê em ê gelê xwe biparêzin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.