HRE’ê 7 dagirker kuştin
Sêşem 21 Hezîran 2022 - 22:48
- Di du çalakiyên cuda yên HRE`yê di Hezîranê de 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.
Di du çalakiyên cuda yên HRE`yê di Hezîranê de 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî her du çalakiyan daxuyaniyek da û got, “Li hember êrişên bênavber yên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyên me yên bersivdayinê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de:
Roja 17´ê Hezîranê, li gundê Eblê yê bajarokê Babê, li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên taybet hatin kirin. Di encama wan herdu çalakiyan de 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn. Herwiha seyareyeke wan hat rûxandin.”
NAVENDA NÛÇEYAN