HRE´ê 14 dagirker kuşkin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) regihand ku di çalakiyên 1 ta 3’yê Hezîranê de yên li Mera, Bab, Ezaz, Efrînê bi giştî 14 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne. 

HRE´yê têkildarî van çalakiyên xwe got, “Di navbera rojên 1-3’ê Hezîranê de, hêzên me çalakiyên bi bandor ên bersivdayinê li dar xistin. Di wan çalakiyan de hêzên me leşker û çeteyên dewleta dagirker kirin hedef, ev dagirker heta niha li Efrîna dagirkirî li hember şêniyên bajêr sûcên li dijî mirovahiyê dikin, hewl didin demografiya herêmê biguherînin û bi her awayî zext û zorê li gelê me dikin."
HRE´yê kite bi kite wiha behsa çalakiyên hêzê xwe kir:

Roja 1’ê Hezîranê

Li Marê, hêzên me li dijî nûqteyeke çeteyan çalakiyek bi drone li dar xist. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Li gundê Daglibaşê ya Babê, hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Herwiha doçkayeke wesayît li ser hate rûxandin.

Roja 2’yê Hezîranê

Li gundê Keferxweşê yê Ezazê, hêzên me çalakiyek li dijî çeteyên dagirker li dar xist. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Heman rojê bi şev, di navbera gundên Gobelê û Basilê ya Efrînê, hêzên me li dijî konvoyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî ya Kîrpî hate rûxandin. Di encama vê çalakiyê de 1 ji wan serleşker, 8 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn.  

Roja 3’yê Hezîranê

Li derdora gundê Basufanê, hêzên me li dijî komek leşkerên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn.

Li Efrînê, li dijî kargeheke gazê ya girêdayî çeteyan, çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kargeh hate rûxandin.
Di wan çalakiyên 3 rojan de bi giştî 12 leşker û 2 çete hatin kuştin, 7 leşker jî brîndar bûn.”

NAVENDA NÛÇEYAN