HRE’ê 12 dagirker kuştin

Yekşem 28 Tebax 2022 - 22:24

  • Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li Şera, Marê, Bab û Ezazê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker û 9 çete hatin kuştin, 7 leşker û 8 çete jî birîndar bûn.

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li Şera, Marê, Bab û Ezazê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker û 9 çete hatin kuştin, 7 leşker û 8 çete jî birîndar bûn.

HRE´yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di navbera 18 û 27'ê Tebaxê de çalakiyên bersivdayinê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Şera, Marê, Bab û Ezazê li dar xistine.

HRE´yê got, “Êrişên dewleta Tirk a qirker û faşîst ku her roj zêdetir dibin, li dijî heremê dewam dikin. Herî dawî komkujiya artêşa Tirk a qirker a li Til Rifatê mînaka herî berbiçav e. Em wekî Hêzên Rizgariya Efrînê, van êrişên dagirkeran bêbersiv nahêlin. Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya parastina rewa de di navbera rojên 18 û 27ê Tebaxê de çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin.”

HRE´yê kite bi kite wiha behsa operasyonên xwe yên bersivdayînê kir:

Di 18’ê Tebaxê de li navçeyên Şera û Marê du çalakî hatin lidarxistin. Li nêzî gundê Meryemînê ya navçeya Şera, di encama çalakiyê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Di encama çalakiya Marê de jî 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Di 21’ê Tebaxê de li xeta Marê di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin.

Di 22’ê Tebaxê de li Ezazê, noqteyeke dagirkeran hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn.

Di 24’ê Tebaxê de li Ezaz û Babê du çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Di çalakiya Ezazê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Di encama çalakiya li herêma Babê de jî 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Di 27’ê Tebaxê de li xeta Marê di encama çalakiyêkê de çeteyek hat kuştin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.