HRE`yê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di salvegera 3`yan a dagirkirina Efrînê de yekîneyên wê li dijî dagirkeran rêzeçalakî li dar xistine, di wan çalakiyan de 3 çete û 2 leşkerên dagirker ên Tirk hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûne. HRE`yê her wiha nasnameya şervaneke xwe ya şehîd jî eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku 17`ê Adarê di şerê di navbera yekîneyên wan û artêşa dagirker de, 2 şervanên wan dîl ketine destê dijmin, her wiha şervana wan Rûken Zerdeşt ji bo ku dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe de teqandiye û şehîd bûye.
Daxuyaniya HRE´yê wiha ye: “14`ê Adarê, li taxa Eşrefiyê a bajarê Efrinê li hemberî koma çeteyên dagirker a bi navê Sultan Murad, çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de erebeyek hat rûxandin.
16`ê Adarê, li herêma Efrînê li hemberî çepereke çeteyan çalakiyek hat lidarxistin, çeteyek hat kuştin, hin çete birîndar bûn.
Heman rojê, li Efrînê li ser rêya Cindirêsê hêzên me li hemberî benda kontrolê ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê kir. Di encama wê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 5 çete jî brîndar bûn. Her wiha erebeyeke çeteyan hat rûxandin. 17`ê Adarê, di navbera leşkerên dagirker û yekîneyê me de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de 2 hevalên me dîl hatin girtin, hevala me Rûken Zerdeşt jî di şer de birîndar bû û ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe de teqand û şehîd bû.
17`ê Adarê, li taxa Mahmûdiyê a bajarê Efrînê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê kir, 2 çete birîndar bûn.
18`ê Adarê, li herêma Efrînê hêzên me li hemberî baregeheke artêşa dagirker çalakiyek li dar xist û 2 leşker kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn."
HER´yê got, Rûken Zerdeşt ji Êzîdiyên Efrînê ye û li Şêrawa hatiye dinê û navê wê yê medenî jî Gulîstan Zuheyr Îbrahîm e.
NAVENDA NÛÇEYAN