HRE`yê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê şikand. Di şer de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh êrişî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efînê ya dagirkirî kir. Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) bersiva êrişan da û di encamê de şer qewimî. HRE`yê êrişa çetayan têk bir.
Li gorî agahiyên bidestketî, di şer de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Gava nûceya me dihat amadekirin jî, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran derdora gund topbaran dikir.
EFRÎN