Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên dagirkirî li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk çalakî kirin. Di encamê de 9 dagirker kuştin . HRE'yê li ser çalakiyên xwe yên vê dawiyê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê HRE'yê li Bab, Marê, Şera û Şêrawayê çalakiyên bi bandor li dar xistine.

HRE'yê 27'ê Hezîranê li Babê li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakiyeke sabotajê kiriye û di encamê de 2 çete kuştine, çeteyek birîndar bûye. Di heman çalakiyê de wesayiteke çeteyan hatiye teqandin. HRE'yê ragihand ku 5 û 6'ê Tîrmehê li nêzî bajarokê Marê bi çalakiyên sekvaniyê 3 çete hatine kuştin.

HRE'yê di dewam ê de got, "14'ê Tîrmehê li nêzî bajarokê Marê, di encama çalakiyeke sekvaniyê de çeteyek hat kuştin. Heman rojê li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke taybet hat lidarxistin. Di encamê de erebeyeke çeteyan hat teqandin."

HRE'yê diyar kir ku li gundê Gobelê yê navçeya Şêrawayê li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker hêzên wê çalakiyek kiriye û got, "Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, erebeyeke zirxî ya bi cureya Kîrpî û nuqteyeke cebilxanê hatin teqandin."

NAVENDA NÛÇEYAN