HRE`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efîn û herêmên cuda yên dagirkirî, rêzeçalakî li dar xistine û diyar kir ku di encama çalakiyan de, 7 leşker û çeteyên dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûne.

HRE´yê bi daxuyaniyê got, "19`ê Hezîranê, yekîneyên me li Mar`ê li dijî baregeheke leşkerî a artêşa dagirker a nû tê çêkirin, çalakiyek kir. Di encama çalakiyê de makîneyeke kar hat îmhakirin, yek jî hat derbkirin. Her wiha leşkerek û personelekî artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

20`ê Hezîranê hêzên me li Mar'ê kombûneke çeteyên ser bi artêşa dagirker ve hadef girt. Di vê çalakiyê de erebeyek hate rûxandin û hejmarek ji endamên çeteyan hatin kuştin û birîndarkirin, lê belê hejmara wan nehate zelalkirin.

20`ê Hezîranê yekîneyên me li gundê Omersimo ê Şerayê bi ser koma çeteyan a bi navê Asîfêt El-Şemal de girt. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû, baregeh û erebeyeke çeteyan jî hatin rûxandin.

24`ê Hezîranê li hember komek çeteyên di çeperekê de li gunde Kefer Xoşer ê ser bi navçeya Ezazê, bi çalakiyekê 2 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn, û kozika ku çete tê de bûn bi temamî hate rûxandin.

Di encama çalakiyên hêzên me li navçeyên Mar'ê, Şera û Ezazê de, tesbîtkirî leşkerek, personelekî artêşa Tirk a dagirker û 5 çeteyên wê hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn, her wiha 3 erebe û 2 çeper û baregeh hatin rûxandin."

NAVENDA NÛÇEYAN