HRE'yê 14 dagirker kuştin
Çarşem 19 Cotmeh 2022 - 02:41
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) da zanîn ku wê li Efrîn, Bab, Marê û Cindirêsê 7 leşkerên Tirk ên dagirker û 7 çeteyên wan ên dagirker kuştine, û di heman çalakiyan de leşkerek û 3 çete jî birîndar bûne.
HRE´yê derbarê çalakiyên xwe yên navbera 10 û 16’yê Cotmehê de li ser malpera xwe ya fermî, ev agahiyên li jêr parve kirin:
* Roja 10’ê Cotmehê di encama çalakiya taybet a li herêma Marê de serçeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
* Heman rojê, li ser rêya Cindirêsê, di encama çalakiyekê de 2 çete birîndar bûn.
* Roja 11’ê Cotmehê, li herêma Marê, di encama çalakiyeke sekvaniyê de çeteyek hat kuştin.
* Roja 12’yê Cotmehê, li herêmên Efrîn û Babê li hemberî çar baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên taybet hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha seyareyek doçka hat rûxandin.
* Di heman rojê de li herêma Babê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin. Derb li seyareyekê jî hat xistin.
* Roja 14’ê Cotmehê, li gundê Kefercanê yê herêma Efrînê, li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin û 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
* Roja 16’ê Cotmehê, li herêma Efrînê di encama çalakiyekê de seyareyeke çeteyên dagirker hat rûxandin.
NAVENDA NÛÇEYAN