• HRE: Em ê bi yek carê derba xwe li dijmin bixin da serketina herî mezin bi dest bixin. Em bi serketinê, qewitandina dagirkeran û rizgarkirina Efrînê bawer in. Em ê vegera koçberan li warê wan misoger bikin. 

CÛDÎ SÎPAN / ANHA / EFRÎN

Fermandarê HRE`yê Şiyar Denîz soz da ku ew ê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker bixin û got, “Em bi serkeftinê, qewitandina dagirkeran û rizgarkirina Efrînê bawer in.” Denîz bang li xelkê resen ên li Efrîna dagirkirî mane, kir da ku bi hêzên wan re alîkar bin.

Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) dîmenek ji ANHA´yê re şandiye û tê de ji fermandarên wê Şiyar Denîz dibêje, “Ev dagirkerî li pêş çavên cîhanê pêk hat, bi taybetî di dema destpêkê ya şer û êrişan de, tevahiya cîhanê ew hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dît, şerekî bêhevsengî li ser cografiya û gelê Efrînê meşandin. Lê, gelê Efrînê dengê berxwedana xwe da ser dengê moşekên dijmin, Berxwedana Serdemê li cîhanê deng veda.”

Denîz balê dibe ser mêtingeriya çandî li Efrînê û dibêje: “Di 5 salên dagirkeriyê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya rûxandina şûnwar û perestgehan û revandin û kuştina sivîlan, hewl didin demografiya Efrînê biguherînin. Wekî zarokên Efrînê, bi berxwedana gelê me yê li kampên herêmên Şehbayê û bi çalakiyên taybet ên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li her cihî û li her demê, em ê projeya nû ya Osmaniyan têk bibin. Ji dema dagirkirina Efrînê ve û heta niha em di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de berxwedanê didomînin.”

Efrîn wê bê rizgarkirin

Şiyar Denîz, dibêje, Efrîn wê ji arêtşa Tirk a dagirker bê rizgarkirin: “Hêzên me artêşa Tirk a dagirker li navendên wan dişopînin, da ku karibin derbên giran li dijmin bidin.”

Fermandarê HRE`yê Şiyar Denîz destnîşan kir ku Efrîn ne tenê leşkerî hatiye dagirkirin, lê belê ji aliyê çandî û dîrokî ve jî hat dagirkirin: “Ew yek bi rêya rûxandin û dizîna şûnwaran, ferzkirina zimanê Tirkî û pêkanîna hemû cûreyên sûc û binpêkirina wekî revandin û kuştina sivîlan, pêk hat.

Dagirkeriya Tirk bi rêya birrîna daran û şewitandina daristanan, hewl dide HRE`yê lawaz bike.

Li hemberî sûc û kirinên artêşa Tirk a dagirker, wekî HRE´yê em bi bilindkirina têkoşînê bersiva hişk didin. Di oxira rizgarkirina Efrînê de em her kêlî amade ne xwe feda bikin.”

Pişta HRE´yê bigirin

Şiyar Denîz bang li xelkê li Efrînê maye kir da ku “ji bo qewitandina dagirkeran, rizgarkirina Efrînê û vegera bi ewle ya gelê me, bi qasî ku ji we tê bi hêzên HRE`yê re alîkar bin. Baweriya me bi gelê me heye ku her tim amade ye piştgiriyê bide zarokên xwe.”

Fermandar Şiyar Denîz  ji bo çalakiyên hêzên xwe jî dibêje, “Di 5 salan de em li dijî navendên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê çalakiyên taybet li dar dixin. Di wan çalakiyan de derbên mezin li dijmin hatin xistin, lê belê dagirker hewl dide li pêş raya giştî û gelê Tirkiyê windahî û têkçûna xwe veşêre. Em xwediyên vê axê ne, em her amade û bi israr in vî dijminî têk bibin.”

Ev erda Efrîniyan e

Fermandar Şiyar Denîz têkildarî çalakiyên hêzên xwe yên vê dawiyê jî dibêje, “Di demên dawîn de hêzên me li dijî dagirkeran li bajarê Marê, Efrîn û herêmên din çalakiyên taybet kirin. Em li cihekî ne, ku dijmin texmîn nake. Divê dagirkeriya Tirk baş pê zanibe ku ew ne xwediyê wî erdî ye û cihê wî li Efrînê tine ye. Xwediyên wê erdê şêniyên Efrînê ne. Em dagirkeran li her derê ceza bikin. Her dagirkerek ji bo hêzên me hedef e û em ê rê nedin ku projeya nû ya Osmanî bi ser keve û dijmin rihet razê.

Em ê bi yek carê derba xwe li dijmin bixin da serketina herî mezin bi dest bixin. Em bi serketinê, qewitandina dagirkeran û rizgarkirina Efrînê bawer in. Em ê vegera koçberan li warê wan misoger bikin. Rizgarkirin dê diyarî şehîd û gelê Efrînê be.”