HRE fermandarek û 5 leşkerên Tirk kuştin

Pêncşem 11 Tebax 2022 - 21:15

  • Di çalakiyên HRE'yê yên li Bab, Şera û Ezazê de yek jê fermandar herî kêm 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.

Di çalakiyên HRE'yê yên li Bab, Şera û Ezazê de yek jê fermandar herî kêm 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di 5, 6 û 7'ê Tebaxê de li dijî dagirkeran çalakî kirine. HRE got, "Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku her roj li hember heremên me têne kirin, di rojên 5, 6 û 7'ê Tebaxê de, li Bab, Şera û Ezazê hêzên me çalakiyên bersivdayînê kirin” û wiha behsa çalakiyan kir:

Di 5’ê Tebaxê de, li Babê, di baregeheke artêşa Tirk a dagirker de kamerayek mobese û termalek hatin îmhakirin.

Di 6’ê Tebaxê de, li gundê Enabkê yê girêdayî navçeya Şerayê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat kirin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de derb li tankek û 3 obusan hat xistin.

Di 7’ê Tebaxê de, li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 ji wan fermandar 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn. Her wiha depoya cebilxaneya baregehê hat îmhakirin.

Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî yek ji wan fermandar 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar bûn."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.