HRE 6 dagirker kuştin 7 birîndar kirin
Yekşem 14 Tebax 2022 - 22:12
- "11’ê Tebaxê, li herêma Mareê di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn"
Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bab û Mareê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker û 3 çeteyên dagirkeriyê hatin kuştin, 7 dagirker jî birîndar kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên xwe yên di çarçoveya parastina rewa de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li heremên Bab û Mareê yên li bakurê Helebê, daxuyaniyek da. HRE`yê got, “11’ê Tebaxê, li herêma Mareê di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Her wiha seyareyeke Jîp hat rûxandin.
12’ê Tebaxê, li herêma Babê li hemberî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN