Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de 5 çete hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûn. 

Têkildarî mijarê HRE´yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di navbera 26 û 31`ê Gulanê de, hêzên me, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistin. 
- 26`ê Gulanê, li herêma Efrînê, li ser rêya Reco, di encama çalakiya sabotajê de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn.
- 27`ê Gulanê, li nêzî gundê Beradê yê navçeya Şêrawa, di encama çalakiya sekvaniyê de çeteyek hat kuştin. 
- 30`ê Gulanê, li gundê Til Malid a bajarokê Marê, di encama çalakiyeke taybet de 1 çete hat kuştin, 2 çete birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha doçkayek tevî pîkaba xwe hat ruxandin. 
- 31`ê Gulanê, li gundê Til Malid ê bajarokê Marê, hêzên me çalakiyeke din li dar xist. Encama vê çalakiyê nehat zelalkirin. Heman rojê, li pêşiya bajarokê Marê, li hemberî çeteyên dagirker çalakiyeke din hat lidarxistin. Encama vê çalakiyê jî nehat zelalkirin. Heman rojê li gundê Qitmê yê navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.Bi giştî di wan çalakiyan de, qasî ku hat zelalkirin 5 çete hatin kuştin, 9 çete jî brîndar bûn."

NAVENDA NÛÇEYAN