HRE 4 YPJ 5 dagirker kuştin
Şemî 3 Îlon 2022 - 03:56
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêmên dagirkirî 2 leşker û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. YPJ´ê jî da zanîn ku şervanên wê operasyoneke bersivdayînê kiriye û 5 dagirker kuştine.
HRE got, di çalakiyên wê yên bersivdayênê de 4 dagirker hatine kuştin û çalakiyên wê yên ji bo bersivdanê wê dewam bikin. Li gorî daxuyaniyê, 27'ê Tebaxê li bejahiya Marê 2 çalakiyên sekvaniyê hatine kirin û di encamê de 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Piştî wê bi rojekê jî di 28´ê Tebaxê de li gundê Kefircenê yê Efrînê li hemberî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakî hatiye lidarxistin.
HRE'yê diyar kir ku di vê çalakiyê de jî 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.
Li baregeha Artêşa Tirk 5 dagirker hatin kuştin
YPJ’ê jî ragihand ku hêzên wê operasyoneke tolhildanên li dar xistiye û 5 dagirkerên dewleta Tirk kuştine.
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wê li bejahiya Eyn Îsayê operasyoneke tolhildanê li dar xistiye.
Li gorî daxuyaniya YPJ’ê çalakî 1’ê Îlonê saet di 06:20’an de bi fuzeyan li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li gundê Kefîfa yê Eyn Îsayê hate kirin.
YPJ’ê da zanîn ku di vê çalakiyê de 5 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin.
Fermandariya YPJ’ê ragihand ku ev çalakî ji bo hilanîna tola zarokên şehîd ên Hesekê hatiye lidarxistin. Dewleta Tirk bi êrişeke hewayî 4 zarokên li dibistaneke bi sponsoriya Neteweyên Yekbûyî şehîd kiribûn.
NAVENDA NÛÇEYAN