Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li herêmên dagirkirî Efrîn, Bab û Ezazê wan di çalakiyên xwe de herî kêm 12 dagirker kuştine. HRE’yê da zanîn ku 16 dagirker jî di van çalakiyan de birîndar bûne.
HRE’yê ragihand ku di navbera 27 û 31'ê Tebaxê de li herêmên Efrîn, Bab û Ezazê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker, hêzên wê çalakî kirine. HRE di daxyaniyê de dibêje, "27'ê Tebaxê li derdora gundê Daglîbaş ê herêma Babê hêzên me bi ser baregeha çeteyên dagirker de girt. Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker jî birîndar bûn.
29'ê Tebaxê li Efrînê di encama çalakiyekê de 2 çete birîndar bûn. Heman rojê li Ezazê li dijî serçeteyekî Cebhep El Şamiye çalakiya sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de serçete û çeteyekî din hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Heman demê derb li wesayita çeteyan hate xistin.
30'ê Tebaxê li taxa Eşrefiyê ya Efrînê di çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
31'ê Tebaxê li gundê Hizwanê yê Babê, li dijî baregeha leşkerên Tirk ên dagirker çalakî hate kirin. Di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn."
HRE'yê ragihandin ku di encama van çalakiyan de herî kêm 12 dagirker hatine kuştin, 16 dagirker jî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN