Di rêzeçalakiyên tohildanê yên HRE`yê yên li Şera û gundên girêdayî Ezaz û Marehê de, 11 dagirkerên çete hatin kuştin, 4 dagirkerên çete jî birîndar bûn. Her wiha gelek çek, alav û nasnameyên çeteyan hatin desteserkirin. 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku hêzên wan li Şera, Mareh û Ezazê rêzeçalakî kirine.

HRE`yê têkildarî encamên çalakiyan daxuyaniyek da raya giştî û got, “Di navbera rojên 7 û 10`ê Îlonê de, ji bo bibîranîna Şehîd Şiyar Denîz û ji bo bersivdayîna kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

7`ê Îlonê, hêzên me li navçeya Şera li hemberî baregeheke artêşa dagirker çalakiyeke biserdagirtinê li dar xist. Di encamê de, 5 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn, motorek û doçkayek hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de her wiha 2 çekên AK-47, 1 çeka BKC, 1 termal, 1 telefon, 1 bêtêl û nasnameyên çeteyan hatin bidestxistin. 

9`ê Îlonê, li gundê Til Malid ê navçeya Marehê, di encama çalakiyeka hêzên me de 3 çete hatin kuştin û çeteyek birîndar bû.
10`ê Îlonê li gundê Kil Cibrîn yê Ezazê di encama çalakiyeke taybet de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû. 

Di wan çalakiyan de bi giştî; 11 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.”

NAVENDA NÛÇEYAN