HPG’ê şehîdên Katoyê bi bîr anîn

Sêşem 19 Nîsan 2022 - 22:39

  • “Hevalên me Raperîn, Rûken, Barîn, Avaşîn û Zinarîn li çiyayê Katoyê berxwedaneke destanî nîşan dan û têkoşîneke ku em ê her tim pê serbilind bin, afirandin.”

HPG’ê derbarê 5 gerîlayên di sala 2017’an de li Katoyê şehîd bûne, daxuyaniyek weşand û got: “Hevalên me Raperîn, Rûken, Barîn, Avaşîn û Zinarîn li çiyayê Katoyê berxwedaneke destanî nîşan dan û têkoşîneke ku em ê her tim pê serbilind bin, afirandin.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê got, “Di meha Nîsanê ya sala 2017’an de artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Kato ya Elkê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Di vê êrişê de li hemberî dagirkeran şer hate kirin û di vî şerî de hevalên me Raperîn, Rûken, Barîn, Avaşîn û Zinarîn bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Em di salvegera şehadeta hevalên xwe yên şehîd de, wan bi bîr tînin û em sozê didin ku em ê wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”

Nasnameya şehîdan wiha hat eşkerekirin:

* Raperîn Amed (Aysel Oyûnlû) ya li Amedê ji dayik bûye, keça Hasret û Mahmût.
* Rûken Gever (Lalîhan Aslan) a li Wanê ji dayik bûye, keça Şîrîn û Hadî.
* Barîn Şîlan (Şemsê Alî) ya li Konabê ji dayik bûye, keça Sedîqa-Îsmaîl.
* Avaşîn Çirav (Serhildan Erdem) a li Sêrtê ji dayik bûye,  keça Sureyya û Selahattîn
* Zinarîn Arjîn (Pelda Akdag) a li Amedê ji dayik bûye, keça Fatma û Yûsûf.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.