HPG’ê gerîlayên bi navê Denîz Pîr, Hêvîdar Erîş, Kedkar Bagok û Mahsûm Welat ên 28’ê Îlona 2020’ê şehîd bûbûn bibîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da: “28’ê Îlona 2020’ê artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi balafirên şer herêmên Şehîd Zelal, qûntara Herekol û Deriyê Dogana yên girêdayî Herekolê bi dijwarî bombe kir û şûnde leşker danî herêmê û dest bi tevgerekê kiribûn. Di encam bomberdûman û şerê qewimî de hevrêyên me Ayşe Tûrgût bi nasnav Denîz Pîr a li Wanê ji dayik bûyî, Rojda Hemê bi nasnav Hêvîdar Êriş a li Kobanê ji dayik bûyî, Robîn Bakir bi nasnav Kedkar Bagok ê li Edeneyê ji dayik bûyî û Abdullah Koçak bi nasnav Mahsûm Welat ê li Sêrtê ji dayik bûyî, şehîd bûn. Nasnameya hevrê Zinar wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

Di serî de ji malbatên hevrêyên xwe û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, soz didin ku wê hesreta hevrêyên me bi têkoşînê bi cih be.”

ANF/BEHDÎNAN