HPG’ê şehîdên Garê bibîranî

Sêşem 8 Tebax 2023 - 13:11

HPG’ê gerîlayên ku li Garê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û ji malbat û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê gerîlayên şehîd de ev agahî dan;

“Di êrîşa dijmin a ku di 8’ê Tebaxa 2022’an de li herêma Garê pêk anî, hevrêya me Norşîn Efrîn ku endama Fermandariya Eyaleta Garê bû û hevrêyên me Zîlan Efrîn, Sîdar Serhed û Levent Qamişlo şehîd bûn.

Hevrê Norşîn di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 22 salan de, her kêliya jiyana xwe li ser xeta fedayîbûnê jiya, ew bû fermandara jêhayî ya artêşa li ser mîrateya berxwedanê ya Zîlan, Gulan û Delalan. Ew wekî fermandareke xeta azadiya jinê di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe girt. Hevrê Norşîn a ku bi nasnameya jina azad a ku bi PAJK’ê re şênber bû, weke mînaka hezkirina ji gel, dilsoziya welat û milîtaniya dirust, wê her dem di bîra me de be.

Hevrê Sîdar ê ku kevneşopiya çapemeniya azad Gûrbettelî Ersoz, Halîl Dag û Alî Kanîrojan wergirtibû û bi zanîn û kesayetiya xwe ya kedkar dixwest bêtir geş bike, bênavber têkoşiya, hewl da û kedeke mezin da. Em soza xwe nû dikin ku  xeta têkoşînê ya hevrê Sîdar bişopînin, pênûs, kamera û çeka wî li erdê nehêlin.

Hevrêyên me Zîlan û Levent ku ji nav gelên me yê Rojava rabûne, bi karakterên xwe yên ji bo azadiyê, bi qîmeta ku dane hevrêtiyê, bi kesayetiya xwe ya kedkar û helwesta xwe ya bê navber, wê her dem rê nîşanî me bidin û pêşengiyê ji me re bikin. Em di salvegera şehadeta wan de hevrê Norşîn, Sîdar, Zîlan û Levent bi rêzdarî bi bîr tînin, malbatên hêja yên hevrêyên me di serî de, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye;

Norşîn Efrîn (Ferîhan Îsmaîl), li Efrînê jidayîk bûye, 8’ê Tebaxa 2022’an li Garê şehîd bû.

Sîdar Serhed (Celal Bîrdal), li Agiriyê jidayîk bûye, 8’ê Tebaxa 2022’an li Garê şehîd bû.

Zîlan Efrîn (Ceylan Abdullah), li Efrînê jidayîk bûye, 8’ê Tebaxa 2022’an li Garê şehîd bû.

Levent Qamişlo (Ahmed Silêman), li Qamişlo jidayîk bûye, 8’ê Tebaxa 2022’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.