• HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Cîlo şehîd bûyî eşkere kir û diyar kir ku ew ê ala azadiyê ya şehîdên leheng bi ser bixînin.

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Cîlo şehîd bûyî eşkere kir û diyar kir ku ew ê ala azadiyê ya şehîdên leheng bi ser bixînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Cîlo şehîd bûn got, "Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Îlonê de me ragihandibûn ku 9'ê Îlonê saet di 12.30'î de artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qada Îsmaîl Aga ya herêma Çiyayê Sumbulê ya Colemêrgê barand, hêzên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky li herêmê danî û dest bi operasyonekê kir. Me diyar kiribû ku di vî şerî de hevrêyên me Çekdar, Dilovan û Ronahî yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bi lehengî şer kirin, şehîd bûn."
HPGʼê nasnameyên şehîdan wiha eşkere kirin:
Çekdar Amed (Azad Şik) ê li Amedê jidayikbûyî, Ronahî Rûken (Şehrîban Hêja Ûzûn) a li Erziromê jidayikbûyî, Dilovan Kobanî (Omer Oso) yê ji Kobanê jidayikbûyî.
HPGʼê ji bo şehîd Çekdar got, "Hevrêyê me ku bi ciwantî pispor bû û bû fermandar, di şerê me yê azadiyê de bi rola pêşengiyê rabû." HPGʼê ji bo şehîd Ronahî jî got, "Hevrêya me Ronahî di xeta Têkoşîna Azadiya Jinê de kûr bû, li çiyayên Kurdistanê bi nasnameya jina azad xwe ji nû ve afirand, bi ciwanî bû fermandar û milîtaneke jinên ciwan a pêşeng a têkoşîna me." Ji bo şehîd Dilovan jî HPGʼgot, "Hevrêyê me Dilovan bi kesayetiya xwe ya milîtan, bi hezkirin, hurmet û kedkariya li pêşberî hevrêyên xwe her tim li pêş bû."

BEHDÎNAN