HPG’ê şehîd Welat Asê bi bîr anî
În 29 Îlon 2023 - 00:15
HPG’ê, gerîlayê şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got:’’Hevrêyê me Welat wê her dem pêşiya me ronî bike û têkoşîna li pey xwe hiştiye wê miheqeq bi serkeftinê tacidar bibe.’’
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, têkildarê gerîlayê şehîd ev tişt diyar kirin:’’Hevrêyê me Welat Asê ku li qada Antalyayê bi erka xwe radibû, weke mîlîtanekê pêşeng ê kevneşopiya berxwedêriyê bi erk û berpirsyariya xwe bi serfirazî rabû. Di şerê bi dijmin re, bi qehremanî li ber xwe da û şehîd bû û wek mîlîtanekê mînak ê fedaîtiya Apoyî cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Welat Asê, serê hemû hemû gelê welatparêz ê Kudistanê sax be, di şexsê hevrê Welat de em soza tacîdarkirina meşa ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ bi serkeftinê, nû dikin.
Hevrêyê me Welat li Kopa Mûşê, di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad têkoşîn hilbijart û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Welat ku bi ked û hişmendiyeke mezin hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî, bû xwedî kedeke bêhempa ya jiyanê. Hevrêyê me li herêmên ku mêtinger herî zêde xwe lê bi ewle hîs dikirin hewil dida derbên mezin li dagirkeran bixe û li ser vî esasê berê xwe da qada Amanosê û bi hevalên xwe re berxwedaneke dîrokî kir. Bi şêwazê milîtaniya Apoyî bi fedaî li ber xwe da û bi awayekê aktîf beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijmin dan. Hevrêyê me Welat ku di 28’ê Îlona 2018’an de li bejahiya Antalyayê li dijî êrîşa dijmin bi şêwazeke fedayîî li ber xwe da, heta hilma xwe ya dawîn li ser xeta Zîlan meşiya.’’
Agahiyên nasnameya hevrêyê me Welat Asê ev in:
Welat Asê (Mazlûm Balikçi), li Mûşê jidayîk bûye, 28’ê Îlona 2018’an li Antalyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN