HPG'ê got, "Hevrêyê me Kawa Çekdar ku bi rengekî bi rûmet li Kurdistanê vegeriya û tevlî nava refên gerîla bû, meha Tebaxê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di êrîşa dijmin de şehîd bû." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Hevrêyê me Kawa Çekdar ku hesreta welêt a di dilê wî de timî zindî bû, bi rengekî bi rûmet ji Ewropayê vegeriya Kurdistanê, xeyala xwe ya tevlîbûna li nava refên gerîla pêk anî, meha Tebaxê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Kawa dît ku azadiya gelê me tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla û şerekî fedayî dibe, derfetên jiyaneke şexsî hemû danî aliyekî û tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja destpêkê heta şehadetê bi rengekî fedayî meşiya, bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi wêrekiya xwe ya mezin a di şer de bû milîtanekî sembol ê demê ku ji hevrêyên xwe re bû mînak. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêyê me Kawa li nava malbateke me ya welatparêz ji dayik bû ku neçar ma ji Kurdistanê koçî Stenbolê bike. Ji ber zehmetiyên madî di sala 2004'an de hevrêyê me koçberî Elmanyayê bû. Hevrêyê me Kawa dûrî Kurdistana pîroz li sirgûnê bi malbata xwe re dima, li gel hemû derfetên ku sîstemê pêşkêş dikir, bi kesayetiya xwe ya têkoşer di nava sîstemê de neheliya. Di sala 2018’an de vegeriya Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Kawa ku di xeta têkoşînê ya fedaiyên me yên nemir de bê teredud bi pêş ve çû, bû xwedî tevlîbûnek xurt, tempoya tevlîbûnê her tim bilind kir û mîna milîtanekî şer kir, jiya û xwedî li mîrateya berxwedanê ya şehîdên me derket. Bîranîna hevrêyê me Kawa ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwe ji nû ve afirand û mîraseke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hişt, wê her tim rêya me ronî bike û bêguman wê bi serketinê tacîdar bibe."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Kawa Çekdar bi vî rengî ne:

Kawa Çekdar (Îbrahîm Demîr), li Stenbolê jidayîk bûye, Tebaxa 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN