HPG´ê navên 5 qehremanan eşkere kirin
Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:48
- HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku li Werxelê di êrişa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir.
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku li Werxelê di êrişa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir. HPG’ê got, ”Di daxuyaniya 9’ê Cotmeha 2021’ê de me ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker li qada berxwedanê ya Werxelê li dijî tunelên şer gazên kîmyewî bi kar aniye û 5’ê Cotmeha 2021’ê fermandarên me yên fedayî Cûmalî Çorûm, Çavrê Kamûran, Dilvîn Dalaho, Amara Cûdî û Mahîr Kop şehîd bûne.
Dagirkeran tevî ku gelek caran êriş kirin, ti encam negirtin û vê carê jî serî li rêbazên herî qirêj ên dîroka mirovahiyê dan; dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin. Piştî ku hêzên me êrişên bi gazên kîmyewî jî pûç kirin û berxwedan mezin kirin, artêşa Tirk a faşîst bi taybetî meha dawî bi kîmyasala bi cûreyê nû bombardûmaneke giran li hevrêyên me kir. Ev çeka kîmyewî dema ku diteqe li qadeke mezin belav dibe, dibe sedema xisareke mezin û zindiyên li derdorê hemûyan îmha dike. Di encama van bombardûmên bi çekên kîmyewî de li Werxelê 5 hevrêyên me şehîd bûn. Artêşa Tirk a tirsonek, bi rengekî namerdane û binpêkirina qanûnên şer ên navneteweyî hevrêyên me şehîd kirin û bi vî rengî xwe serketî nîşan da û qirêjiya herî bêrûmet a dîrokê li rûyê xwe da. Di serî de dewleta Tirk hêzên derve yên ku ev çekên qedexekirî dane dewleta Tirk, ji vî sûcê li dijî mirovahiyê berpirsyar in. hêzên ku dengê xwe li vî sûcî dernaxînin û ji ber berjewendiyên xwe jinedîtî ve tên, hevparê vî sûcî ne.”
HPG´ê agahiyên li ser nasnameya her 5 şehîdên 5´ê Cotmeha 2021´ê li Werxela Avaşînê wiha şekere kirin:
Nasnav: Cûmalî Çorûm
Nav paşnav: Zeynel Erocagi
Cihê jidayikbûnê: Çorûm
Dayik-Bav: Mahsîme-Riza
Nasnav: Çavrê Kamûran
Nav paşnav: Suheyla Kirmizitaş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Safiye-Celal
Nasnav: Dilvîn Dalaho
Nav paşnav: Rêzan Deraferîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrîwan
Dayik-Bav: Necîm-Abdullah
Nasnav: Amara Cûdî
Nav paşnav: Rojîn Ramazan
Cihê jidayikbûnê: Dêrîk
Dayik-Bav: Hukmiye-Mûhammed Saîd
Nasnav: Mahîr Kop
Nav paşnav: Çetîn Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Ayten-Rahmî
BEHDÎNAN