HPG’ê nasnameya 2 şehîdan ragihand

Duşem 16 Îlon 2024 - 16:24

  • HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku Îlona 2023’yan li Garê şehîd bûne aşkere kir û got,’’Di serî de malbatên hêja yên ku milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Hogir û Mazlûm tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê kirin, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.’’

HPG’ê ragihand ku di 6'ê Îlona 2023'an de li herêma Garê di êrîşa dijmin de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Hogir Pîrosî û Mazlûm Partîzan şehîd bûne.
HPG’ê derheqê gerîlayên şehîd wiha got: ‘’Hevrêyên me Hogir û Mazlûm li qadên cuda yên têkoşîna me ya azadiyê karên girîng kirin, bi kesayetî û tevlîbûna xwe ya bi fedakarî milîtaniya Apoyî di jiyana xwe de şênber kirin. Bi sekna xwe ya bi îrade û fedakar li her qadê û di her karî de ji bilî serketinê rêyeke din qebûl nekirin, lewma her wezîfe û berpirsyarî bi rengê herî baş bi cih anîn. Hevrêyên me Hogir û Mazlûm kesayetiya xwe ya durust, sade, dilnizm û têgihiştî bi felsefeya azadiyê ya Apoyî re kirin yek, di her qonaxa rêwîtiya xwe ya heqîqetê de xwe bi armanca xwe re kirin yek, bi rêxistin kirin, çalak kirin û bûn heqîqetek.’’

Bila serê gelê Kurdistanê sax be
Di serî de malbatên hêja yên ku milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Hogir û Mazlûm tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê kirin, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em careke din soz didin ku şehîdên xwe di têkoşîna xwe de bi bîr bînin.’’

Bi moral û coşî tevlê bû
Bi berdewamî derheqê gerîlayê şehîd Hogir Pirosî HPG’ê anî zimên li gundê Pîrosî yê navçeya Elkê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bûye, bi hişmendiya welatparêziyê ya xelkê Botanê mezin bûye, rastiya dijmin jî zû nas kir û Ji ber vê yekê li dijî sîstema dewleta Tirk her tim bû xwedî helwest, tevî ku demekê li dibistanên sîstemê xwend jî ti carî sîstema dibistanê ya dijmin nepejirandiye û got,’’Hevrêyê me Hogir ku wezîfeyên xwe yên li metropolan bi serketî bi cih anî, sala 2010'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû ku bi salan bi hesreta wê bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tehma jiyana gerîla kir û bi moral û coş tevlî bû.’’

Dilsoziya xwe xurt kir
Di daxuyaniyê de ya bi berdewamî hate gotin gerîlayê şehîd Mazlûm li gundê Meydana ya girêdayî navçeya Reco ya Efrînê di nava malbateke welatparêz de hatiye dine, Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û ji nav tevlîbûn û şehîd hebûn, di temenekî zû de Tevger nas kiriye Lewma ji biçûkahiya xwe ve li hemberî gerîla bû xwedî sempatiyeke mezin û ev agahî par ve kir: ‘’Hevrêyê me Mazlûm di sala 2016’an de tevlî nava refên azadiyê bû. Gavên destpêkê yên milîtaniya Apoyî avêt. Bi perwerdeyên destpêkê yên dîtî re ji peywendiyên hevrêtiyê yên di nava Tevgera me de, bandor bû û ji bo ku tevlîbûneke hîn xurttir raber bike ket nava hewldanê. Ji bo jiyankirin û fêmkirina Rêbertiya me lêhêrbûnên kûr pêk anî. Rastiya şehîdan ji hîn nêztir nas kir û dilsoziya xwe ya bi Partiya me re xurt kir.’’

Agahiyên nasnameyê yên şehîdan:
Nasnav: Hogir Pîrosî
Nav paşnav: Halîl Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Zulfuye-Hasan

Nasnav: Mazlûm Partîzan
Nav paşnav: Mûhammed Reşîd
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Nerîman-Seydo
BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.