HPG’ê Fermandar Zinar bibîranî
Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:05
HPG'ê Zinar Amed ê li Mûşê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Zinar ku fermandar û milîtanekî pêşeng bû, bi pratîka xwe ev yek nîşan da û heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Zîlan bû fedaî."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Hevrêyê me Zinar ku 27'ê Mijdara 2018'an li Milazgîr a Mûşê di şer de bi giranî birîndar bû, ji bo nekeve destê dijmin şehîd bû. Hevrêyê me Zinar zanîbû ku teslîmiyet ji xiyanetê ne cudatir e û weke milîtanekî Apoyî ti carî qebûl nekir ku xwe teslîmî artêşa Tirk a dagirker bike ku dijminê mirovahiyê ye. Bi xeta berxwedanê ya fedaî ya gerîla re dilsoz ma. Hevrêyê me Zinar ku bi jiyan, têkoşîn û şerê xwe bû yek ji mînakên bêhempa yê fedaîtiyê, weke fermandarekî pêşeng ê Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.
Di serî de malbata wî ya hêja, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Hevrêyê me Zinar li bajarê Amedê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Sala 2008'an li Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zinar ku fermandar û milîtanekî pêşeng bû, bi pratîka xwe ev yek nîşan da û heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Zîlan bû fedaî. Hevrêyê me Zinar ku ji bo Rêber Apo û şehîdan xwe da têkoşînê, teslîmiyet weke xiyanetê, berxwedan jî weke serketinê dît. Di kêliyeke bi tenê de jî li teslîmiyetê nefikirî û hêvî ji dagirkeran nekir. Di xeta Bêrîtanan de bû rastiya me. Weke hevrêyên wî em soz didin ku dilsozê xeta têkoşînê ya hevrêyê xwe Zinar bin û di siberojên azad de wî bi bîr bînin."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Zinar Amed bi vî rengî ne:
Zinar Amed (Alî Akbaş), li Amedê jidayîk bûye, 27’ê Mijdara 2018’an li Mûşê şehîd bû.
BEHDÎNAN