HPG’ê du gerîlayên şehîd bi bîr anî

Duşem 28 Cotmeh 2024 - 16:15

  • HPG’ê Fermandarê Eyaleta Wanê Gever Zafer û Andok Tendurek kup ê re bû û 28’ê Cotmeha 2018’an di encama êrîşeke hewayî de li Kato Ortê ya navçeya Xîzanê ya Wanê şehîd bûbûn bi bîr anî. HPG’ê sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest û diyar kir ew ê armancên şehîdan bi cih bînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê gerîlayên şehîd de ev tişt anî ziman:

"Fermandarê Eyaleta Wanê ku yek ji milîtanên pêşeng ên fedaî yê partiya me PKK’ê ye hevrêyê me Gever Zafer û Andok Tendurek yê ku pê re bû, 28'ê Cotmeha 2018'an di encama êrîşeke hewayî ya li qada Kato Ortê ya navçeya Wan Xîzanê de şehîd bûn. Em fermandarê xwe yê leheng hevrê Gever Zafer û milîtanê fedaî yê Apoyî Andok Tendurek di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrê Gever weke ewladekî eşîra Gewdan a ku bi esalet, qehremanî û welatparêziya xwe tê naskirin tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Gever ê ku meşa wî ya azadiyê di sala 1993'yan de destpê kir, ji Zagrosan heta Botanê, ji Kelareş heta Qendîlê, ji Xakurkê û Xinêre heta Herêma Metîna, Heftanîn û eyaleta Wanê 25 salan bênavber dewam kir.

Şoreşgerekî fedayî bû

Hevrêyê me Gever di encama pevçûn û şerê li dijî xayînên hevkar û dagirker de 3 caran bi giranî birîndar bû. Tevî bi gelek bêderfetî û zehmetiyan re rû bi rû ma jî, bênavber têkoşîna xwe dewam kiriye. Weke fermandarekî leheng û biryardar di şerên li Bakur û Zapê de bi roleke dîrokî rabû û gelek çalakiyên serketî û operasyonên şoreşgerî meşand. Bi cesaret û şervaniya xwe lehengekî rasteqîn bû. Ew şoreşgerekî fedaî bû, ku di her astê de ji şervaniyê heta fermandariya manga, taxim, yekîne û tabûr destpêkir û heta fermandariya eyaletê bi erka xwe rabû. Ew fermandarekî Apoyî bû ku lehengiya eşîra Gewdan a ku çanda kevnar a bêhempa ya gelê Kurd di nava xwe de vedihewîne, bi îdeolojiya Apoyî re di şexsê xwe de da rûnişkandin û bi avabûneke nûjen tevkariyên mezin li têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Meşa destana azadiyê ya hevrêyê me Gever ku 25 salan bê navber dewam kir wê ji aliyê hemû ciwanên Kurd bi taybetî ciwanên leheng ên eşîra Gewdan û hevrêyên wî ve mînak bê girtin û bîranîna wî wê di têkoşîna me de her tim zindî bê hiştin û armancên wî teqez bi ser bikevin.

Divê ciwan mînak bigirin

Hevrêyê me Andok Tendurek weke ewladekî bi qîmet yê gelê me yê Serhedê jidayik bû. Li dijî sîstema kapîtalîst, nûnertiya durustî, fedekarî û paqijiya erdnîgariya ku lê ji dayik bû û mezin bû kir û bi tevlîbûna nava refên azadiyê re xwe bi felsefeya Apoyî perwerde kir û bi xwe avakirinê re weke şervanek heqîqetê bi ser ket. Ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hevrêyê me bi kelecana girêdanbûna bi doza xwe re, berê xwe da her karî. Weke gerîlayek azadiyê yê jêhatî, erk û berpirsyariyên xwe yên pêvajoyê bi cih anî û bû milîtanek ku divê hemû ciwanên Kurd ji bo xwe mînak bigire.’’

Serê gelê Kurdistanê sax be

HPG’ê bi domdarî sersaxî ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û got,’’Di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, ji eşîra Gewdan a welatparêz, Çildêran û tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna şehîdên xwe zindî bihêlin û armancên wan pêk bînin. BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.