HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got, "Bi kedkarî û fedakariya xwe bû milîtanek ku li nava hevrêyên xwe dihate hezkirin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Eşkere bû ku di Hezîrana 2020’an de li Botanê di êrîşeke dijmin de hevrêyê me Delîl Yekbûn şehîd bûye. Ewladê leheng ê Botanê, milîtanê pêşeng ê têkoşîna me hevrêyê me Delîl Yekbûn bi sekna xwe ya bi biryar a têkoşînê û hêrsa xwe ya bêdawî ya li dijî dijmin bû milîtanekî Apoyî ku ciwanên Kurdistanê her tim wî ji xwe re bikin mînak û li ser şopa wî bimeşin. Hevrêyê me di her kêliyê de hewl da têkoşînê mezin bike, nirxan zêde bike û bi kedkarî û fedakariya xwe li nava hevrêyên xwe bû milîtanekî hezkirî. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Delîl Yekbûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin, soz didin ku bîranîna wî bikin hinceta têkoşîna xwe.

Hevrêyê me Delîl jî li navçeya Misric a Sêrtê li nava malbateke welatparêz û hêja ji dayîk bû. Di sala 2012'an de beşdarî nava gerîla bû. Hevrêyê me Delîl ku bi rengekî derwêş dijiya, bi hişmendiya dîroka ku bi ser xistî û berpirsyariya giran a ku dayî ser milê xwe tim bi xurtî li dijmin xist. Bi jiyana xwe ya mutewazî, hevrêtiya xwe ya xurt û sekna zelal a di xeta têkoşînê de milîtanekî mînak ê Apoyî bû, bi têkoşîna xwe pêşengî ji me re kir û bi şehadeta xwe re bû talîmata serketinê.’’

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Delîl Yekbûn bi vî rengî ne:

Delîl Yekbûn (Enver Yilmaz), li Sêrtê jidayîk bûye, Hezîrana 2020’an li Botanê şehîd bû. 

BEHDÎNAN