HPG’ê Çekdar Ebex bibîr anî

Duşem 25 Îlon 2023 - 00:10

HPG'ê Çekdar Ebex ê di sala 2018'an de li Mûş Milazgîrê şehîd bû, bi bîr anî û got:"Bi fedakariyeke bêdawî li her qadê bû milîtanekî pêşeng."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd bû ev agahî da:

“Di daxuyaniya xwe ya 13’ê Îlona 2023’yan de me agahî parve kir ku hevrêyê me Zinar piştî li Mûş Milazgirê di êrişa dijmin de birîndar bûbû, ji bo dîl neyê girtin heta şehadetê li ber xwe dabû. Hate piştrastkirin ku hevrêyê me Çekdar ê ku di vê çalakiyê de tevî hevrê Zinar li dijî dijmin şer kiriye jî şehîd bûye. Hevrêyê me Çekdar ê ku li Bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeran bi israr û biryardariyeke mezin têkoşîneke bê tawîz da; bi îradeya xwe ya bilind û fedakariyeke bêsînor di her qadê de, bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me yê ku her tim xwe berpirsyarê xeta şehîdan didît, ji bo ku bibe layiqî berxwedana dîrokî ya Rêbertiya me, hevrêyên me yên şehîd û gelê me, her kêlî bi têkoşînê derbas kir û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbata hevrêyê me ya hêja re dixwazin.

Hevrêyê me Çekdar li navçeya Ebex a Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di 15’ê Tebaxa 2011’an de ji herêma Cîlo tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Çekdar ku bi perwerdehiyên wergirtî re bû gerîlayekî jêhatî, ji her kêliya jiyana gerîla bandor bû. Hevrêyê me yê ku bi jiyana xwe mîlîtanekî Apoyî yê mînak bû, di şer de jî bi lehengiya xwe tirs xist nava dijmin. Hevrêyê me yê ku têkoşîn li ser xeta fedaî esas girt, di 27’ê Mijdara 2018’an de di tevgera dijmin a li Mûş Milazgîrê de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. Em soz didin ku weke hevrêyên wî mîrateya têkoşînê ya dewlemend a hevrê Çekdar li pey xwe hiştiye bidomînin.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bi vî rengî ye:

Çekdar Ebex (Muhammed Kaya), li Wanê jidayîk bûye, 27’ê Mijdara 2018’an li Mûşê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.