HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anîn û got, “Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar bûne afirînerên rastîn ên dewlemendiya taktîkî ku gerîla gihiştiye wê astê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne daxuyaniyek weşand û got, “Sala 2017’an ku di dîroka me ya têkoşînê de qonaxeke girîng nîşan dide, bû saleke ku li dijî dagirkeran bi her awayî berxwedaneke fedaî hate kirin û îradeya Apoyî li her warê berxwedanê serwer bû. Dewleta Tirk a qirker di vê salê de di şexsê tevgera me ya azadiyê de hemû hêza xwe ji bo tesfiyekirina gelê me bi kar anî û ji bo vê jî ji her demê zêdetir êrişên xwe zêdetir kirin. Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar mînakên sereke yên fedekariya Apoyî ne, wan li qadên ku lê bûn, pêşengiya berxwedana li dijî dijmin kir. Van milîtanên hêja, xeta PKK û PAJK’ê bi dilsozî û dirustî parastine û wisa ketine dîroka me ya têkoşînê. 

Em sersaxiyê dixwazin ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me yên şehîd, ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re.

Hevrêya me Diyana li Edenê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di sala 1999’an de tevlî refên gerîla bû. Hevrêya me Diyana, ji Xinêre heta bi Qendîlê, ji Zapê heta bi Garê, ji Metîna heta bi Avaşînê pratîk meşand, ji hevrêyên xwe re fermandarî kir, li her qada lê bû, tekoşîna xeta PKK û PAJK’ê meşand û bû milateneke mînak. Bi kesayeta xwe ya kedkar û dilnizm, bû hevrêyeke mînak. Di sala 2013’an de tevlî xebatên ragihandina HPG’ê bû û di demeke kurt de bû milîtaneke propagandayê ya kevneşopiya çapemeniya azad.

Hevrêya me Sema li gundê Vartînîs ê navçeya Tîlê ya Mûşê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di sala 2013’an de dest ji zanîngehê û mamostetiyê berda û tevlî nava refên gerîla bû. Biqasî 2 salan bû kedkara çapemeniya azad a li navenda Çapemeniyê ya YJA Starê û bû dengê hevrêyên xwe. Bi tevlîbûna xwe bê dudilî, li gel ku pêşengeke xwezayî bû, erka fermandariya taximê wergirt û bû fermandareke ku erkên xwe bi layiqî bicîh anî.  

Hevrêya me Zîlan weke zarokeke Dêrsimê ya ji eşîra Abdalan, li bajarê Baybûrtê ji dayik bû. Weke bersiveke komploya navneteweyî, roja 15’ê Sibata 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Zîlan ji xeta qehremaniyê ti carî tewîz neda, bi eşq dilsozê jiyana azad bû, di rêya azadiyê de weke Besêyan, Zerîfeyan, Sarayan, Bêrîtanan û Zîlanan, heta dawiyê tekoşîn kir û weke jineke Kurd a leheng û şoreşger ku hertim malbata wê û xelkê Dêrsimê pê serbilind bin, navê xwe di dîroka tekoşîna me de nivîsand.  

Hevrêyê me Argeş li navçeya Erdîşê ya Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ji bo serketinên xwe yên di qada leşkerî de bi hêza îdeolojîk xurt bike û bibe milîtanekî APO’yî, hertim dixwend, bi hevrêyên xwe re parve dikir û dixwest hevrêyên xwe pêş bixe. Ji bo hevrêyên xwe bû fermandar, mamoste û hevrêyekî baş. Bi sadebûn, jidilî û tevlîbûna xwe ya bi moral, di dilê her hevrêyekî xwe de cih girt. 

Hevrêyê me Gabar li Wanê di nava malbateke welatparêz a eşîra Birûkî de ji dayik bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên azadiyê bû. Wêrekiya xwe ya li qada şer û bi tevlîbûna xwe ya bê teredut, hêz da hevrêyên xwe. Bi hestên xwe yên kûr û hîskirina hevrêyên xwe, bandor li hevrêyên xwe kir. Rêzdarî û hezkirina hevrêyên xwe wergirt. Tevlîbûna xwe ya samîmî û durust, bi zelalbûna xwe ya di îdeolojiya APO’yî de, bû milîtanekî pêşeng. 

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye;

Diyana Amanos (Heybet Çig), li Edenê ji dayik bûye, Tîrmeha 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Sema Mahîr (Sema Taş), li Mûşê ji dayik bûye, Tîrmeha 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Zîlan Dêrsim (Canan Kanat), li Baybûrtê ji dayik bûye, Îlona 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Argeş Rûken (Yûnûs Ergun), li Wanê ji dayik bûye, Tebaxa 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Gabar Wan (Dogan Berkî), li Wanê ji dayik bûye, Tebaxa 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN